Profesor Eva Illouz: Ocalan, gaveke wêrek avêt

Profesora Civaknasiyê Eva Illouz, di peyama xwe ya piştgiriyê ya ji bo Abdullah Ocalan de got: “Ocalan, gaveke wêrek avêt: ne şer, aştiyê hilbijart.”

Navenda Nûçeyan – Piştgiriya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Profesora Civaknasiyê Eva Illouz, têkildarî banga Abdullah Ocalan nameyeke piştgiriyê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şand. 

‘Aştî, tenê nayê wateya nebûna şer; jiyan bi xwe ye’

Eva Illouz di nameya xwe de wiha got:

“Gava Ocalan a ji bo biryara fesihkirina PKK’ê, divê ji bo gelek pevçûnên li herêmê wekî modeleke mînak û çavkaniya îlhamê bê dîtin. Bi taybetî ji bo pevçûna Îsraîl-Filistînê ku di sedsala dawî de Rojhilata Navînê di nava xwînê de hiştiye. Ocalan, gaveke wêrek a aîdê pêşengên mezin avêt: ne şer, aştiyê hilbijart. Aştî, peyveke bedew û kûr e. Aştî, tenê nayê wateya nebûna şer; jiyan bi xwe ye. Aştî, derfetê dide zarok û mezinan ku ji bo siberoja xwe xeyalan çêbikin. Li şûna êşê, telaşên rojane cih digirin. Mirovan ji tarîtiya rûxandinê derdixe û wan ber bi ronahiya plan û hêviyan ve dibe. Li şûna dijminatiyan, biratiya mirovahiyê cih digire. Şer; jiyanê, ziman û çandê tune dike. Lê aştî, wan ji nû ve ava dike, mezin dike û geş dike.

Hêvîdar im ku Ocalan li Rojhilata Navînê ji bo hin pêşengên din bibe îlham. Hêvîdar im dengê wî bigihê dûrahiyê. Ew, dê wekî pêşengekî ku ji gelê xwe hez dike bê bibîranîn.”