Krîza bêdeng a extiyarên li Îranê: Xizanî û bênasî
Bi taybetî di civakên gundewar de, extiyar ne tenê bi xizaniya madî re; di heman demê de bi xizaniya pergalî ya piralî ku dibe sedema bêparkirina gihîştina wan a hêz û temsîliyetê re rûbirû dimînin.

ŞÎLAN SAGHZÎ
Di nava pergalên civakî yên newekhev de extiyarî, li şûna ku bibe xaleke gihîştinê ya rêzgirtina civakî, veguheriye quncikek tarî ku mirov ji jiyana çalak, biryargirtin û heta xuyabûnê tên dûrxistin. Bi taybetî di civakên gundewar de, extiyar ne tenê bi xizaniya madî re; di heman demê de bi xizaniya pergalî ya piralî ku dibe sedema bêparkirina gihîştina wan a hêz, rûmet û temsîliyetê re rûbirû dimînin.
Teoriya ‘bêhêziya pergalî’ û xizaniya piralî ya extiyaran
Li gorî teoriya "Bêhêziya pergalî" ya Peter Townsend, tê dîtîn ku extiyar bi riya bêparbûna ji piştgiriya civakî, qelsbûna pergalên sîgorteyê, dûrxistina çandî û nebûna nûnertiya di medyayê de, dikevin rewşeke bêewle. Ev digihîje xaleke ku civak jî mirina hêdî ya extiyaran paşguh dike. Peter Townsend, zanyarekî civakî ye ku bingeha lêkolînên nûjen ên li ser xizaniyê, newekheviyê û refaha civakî li Ewropayê danî û bi salan li ser têgeha xizaniya heyî xebitiye. Diyar kir ku xizanî ne tenê kêmbûna dahat û çavkaniyên madî ye, tê wateya bêparkirina mirovek ji şêwazên jiyanê, çalakî û derfetên ku di civakê de normal tên hesibandin. Townsend, nîşan da ku di civakên kapîtalîst de extiyar ne tenê di aliyê madî de, di heman demê de ji hêza civakî, temsîliyeta çandî û pêvajoyên biryargirtinê jî tên dûrxistin. Rewşa li Îranê tê jiyîn, xizaniya piralî ya perçeyekî teoriya Townsend a sosyolojiya pîrbûnê ye.
Qeyrana medyayê û kêmbûna nûnertiya extiyaran
Di vê rewşê de, extiyarî ne bi rêzgirtin û parvekirina ezmûnan re, bi tecrîd, fikar, bêdengiya medyayê û dûrxistin an jî vederkirina ji jiyana giştî ve girêdayî ye. Ev hewldan, ji nû ve nirxandina rol û rewşa extiyaran e lêbelê ev yek bi nêrîneke gunehê xwe pê anîn, bi nêrîneke rexnegir û li ser bingeha edaletê bikin. Li Îranê, qeyran pir kêm di medyayê de xuya dibe; der barê xwekuştina extiyaran de tu dane nayên weşandin û li ser mirina bêdeng a li herêmên gundewar tu rapor nayên amadekirin. Ev bênûnertî, nîşaneya bêhêziya sembolîk a extiyaran a di nava tevna çandî de ye.
Ev pergala serwer, nirxê mirovan li gorî hilberîn an xerckirinê diyar dike û li vir extiyarên xizan mîna kesên ‘zêde’ tên hesibandin. Ev nêrîn, dûrxistina extiyaran a di polîtîkayên refahê û biryargirtina medyayê de rewa dike. Polîtîkayên neolîberal ên hikûmetê, extiyaran hem veguherîne komek ji polîtîkayên refahê hatine vederkirin û hem jî vederkirinê roj bi roj teng dike.
Xizaniya pergalî û mirina bêdeng a extiyaran
Bi gotineke din, xizaniya extiyaran ne tenê rastiyeke îstatîstîkî ye; qeyraneke civakî ye ku bi nebûna pêşketina vegotinê û polîtîkayên watedar ve tê veşartin û ev yek veguhere mirina bêdeng. Li gorî Townsendê, ev mirov ne tenê ji çavkaniyên madî, di heman demê de ji mafê xuyabûn, beşdarbûn û jiyana bi rûmet jî bêpar in. Ev şêwazeke cudakariya pergalî ye û divê bi polîtîkaya civakî re nêzikatiyek li ser bingeha edaletê bê nîşandan û vê dengê veşartî bigihîjîin civakê. Townsend, diyar dike ku xizanî, ji ber bêparbûna gihîştina ferdek ji awayên jiyana normal ên civakê şêwe dibe; li Îranê tecrubeya ku gelek extiyar dijîn jî ev rewş e.
Îzolasyona civakî û kêmbûna beşdarbûnê ya extiyaran
Di civakên biçûk de, extiyarên bê zarok an jî piştgirî nagirin, ji jiyana civakî tên vederkirin. Nikarin beşdarî biryarên herêmî û bûyerên çandî bibin. Ev vederkirin, ne tenê aborî ye, di heman demê de xizaniya têkilî û nasnameyê ye jî. Extiyarên ne xwedî mûçeya teqawid an sîgortaya tenduristiyê ne, nikarin hewcedariyên bingehîn ên mîna lênihêrîna tenduristiyê û xurekê bi cih bînin. Ev rewş, dibe sedema mirina bêdeng.
Bi gelemperî mîna kesên bêhêz û guneh tên nîşandan. Ev yek têkiliya extiyaran a bi civakê re, ji rêzgirtinê vediguherîne tehemulkirinê. Di heman demê de koçberiya zarokan an jî tunebûna çand û awayên piştgiriyê yên kevneşopî, extiyaran zêdetir îzole dike. Ew bi tenê dimînin û kesekî ku biaxivin, lênêrîna wan bike yan jî dem derbas bikin nîn e. Ew bi tenê dimînin, bêyî ku kesek bi wan re bipeyîve, lênêrînê bike, yan jî demê bi wan re derbas bikin. Li vir xizanî weke nebûna têkiliya mirovî ya watedar derdikeve holê. Ev diyardeyeke taybet e ku Townsend balê dikşîne ser.
Lewma îzolekirina ji nava civakê ya extiyaran, ne tenê diyardeyeke takekesî ye, encama pergalên civakî yên newekhev e. Ew mexdûrên "xizaniya veşartî" ne; ev xizanî, di bêdengî kembûna beşdarbûnê de hedî hedî bi pêşve diçe û wan dixe bin siya civakê.
Extiyarî û nirxên civakî
Extiyaran, di civakê de ne mîna çavkaniyên ezmûn û zanînê, mîna barekî bêqîmet û qels tên dîtin. Ev dibe sedem ku extiyar mafên xwe yên pênasekirin û bandora xwe ya di civakê de winda bikin. Ji bo ku extiyar bi awayekî bi rûmet bijîn divê pergalên çandî, medyayî û polîtîka ji nû ve werin pênasekirin.
Xizaniya aborî hestiyarî û rêzdarî
Nebûna piştgiriya civakî ya berfireh, bi taybetî jî li deverên gundewar dibe sedema bêparkirina aborî, hestiyarî û rêzdariya ji bo extiyaran. Extiyar, ji ber mûçeyên kêm, nebûna sîgortaya tenduristiyê û lênêrîna nebaş, ne tenê di aliyê darayî de, di heman demê de ji aliyê civakî û hestiyarî ve jî tên vederkirin. Extiyar, di nava mercên hêzê yên newekhev de ne mîna çavkaniya zanîn û tecrubeyê, mîna barekî zêde li ser pergalên refahê qels tên dîtin. Xizaniya rasteqîn, ne ji ber kêmbûna madî, ji ber nedîtin û nebûna temsîliyetê ya di civakê de pêk tê.
Paşguhkirina extiyaran tê wateya paşguhkirina pêşeroja me
Paşguhkirina extiyaran, wê civakê jî di pêşerojê de bi heman rewşê re rû bi rû dihêle. Ji bo derbaskirina vê qeyranê, pêdivî bi guhertinên radîkal ên di polîtîkayên piştgiriya civakî, modelên çandî û nêzîkatiyên medyayê de heye. Ji bo extiyar beşdarî jiyana civakî bibin divê destpêkê mîsogerkirina rêzgirtina ji bo rûmeta mirovan hebe.
Qeyrana li Îranê û rewşa kûrewî
Her çendî li Ewropayê, extiyar mîna beşek xwezayî ya jiyanê û bi qîmet tên dîtin jî li Îranê û bi taybetî li herêmên gundewarî, tên vederkirin û jibîrkirin. Kêmbûna polîtîkayên lênêrînê û binesaziya tenduristiyê ya li Îranê, extiyaran bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dihêle. Ruxmê ku li Fakulteya Tipê ya li Tehranê ji bo lênêrîna extiyaran beşek taybet heye jî li herêmên din hemşîreyên pisporên lênêrîna extiyaran pir kêm in.
Divê pênaseyên nû çêbibin û rêz bê girtin
Pergalên civakî yên li Îranê, extiyaran mîna "xwediyên mafan" nabînin û wan veder dikin. Ev rewş, ne tenê rûmeta wan xerab dike, di heman demê de civakê bi xwe jî dixe xeterê. Rêzgirtina ji bo extiyaran, tenê bi riya guhertina çandî û civakî pêkan e. Pêwist e, pergala piştgiriya civakî û binesaziya zanistî ya li Îranê ya hê jî bi temamî ava nebûye, ji nû ve were avakirin.