Du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan

Di encama bombebarana li ser Tehranê de du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên herêmî, Berîvan Molani ya 25 salî ku ji bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê, di 17’yê Adarê de, di bombebarana taxa Zeferanî ya Tehranê de jiyana xwe ji dest da.

Her wiha êrişa Amerîkî-Îsraîlî ya li ser avahiyek niştecihbûnê taxa Zeferanî bû ku Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb hedef girt û di encamê de çend malên welatiyan hilweşiyan û tê de gelek sivîl, di nav de jina ciwan Berîvan Molani jî, jiyana xwe ji dest da..

Her wisa jina binavê Soma Selîmî, psîkolog û perwerdekara zarokên otîstîk ji Bokanê, di bombebarana Meydana Risalatê ya Tehranê de ji di encama bombebarana balafirên şer yên Amerîkî û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da.