Daxwazên herî girîng ên jinên Til Temir ê ji bo Newroza îsal çi ne!
Lidarxistina Kongreyek Neteweyî, naskirina îradeya jinan li Rojava û pêşvebirina jiyana hevbeş di navbera hemû neteweyan de, ji daxwazên herî girîng ên jinên Kurd û Ereb in ku pêşwaziya Newroza 2026’an dikin.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Îsal, tevî êrîşên ku Rojavayê Kurdistan bi wan re rûbirû ma jî dîsa gelê Kurd bi coşeke mezin amadekariya pêşwaziya Newroza 2026’an dike.
Jinên Kurd û Ereb ên bajarê Til Temirê jî bi helkefta pêşwazîkirina sersala nû ya Kurdî 2026, daxwazên xwe anîn ziman.
Îsal Newroza gelê Kurd cuda ye
Hedla Ebdilwehab a ku bi eslê xwe Kurd e got ku ew îsal bi dilekî xemgîn pêşwaziya Newroza 2026’an dikin û wiha sedemên wê anî ziman: “Salek dijwar e ji bo me gelê Kurd, salek bi sedan şehîd û birîndar çêbûn û hê jî çarenûsa dîlgirtiyên me yên di girtîgehên hikûmeta HTŞ’ê de, ne diyar e. Lê wê îsal keziyên jinan Newrozê bixemilînin wê tola birandina keziya şervana YPJ’ê hildin.”
Lidarxistina kongreyeke neteweyî
Hedla Ebdulwehat daxwazên xwe yên îsal wiha vegot: “Naskirina îradeya jinan û YPJ’ê ji daxwazên me yên sereke ne, ji ber ku me şoreşê ji bo naskirina hebûna jinan li dar xist. HTŞ berdewamiya DAIŞ’ê ye, li dijî hebûna jinan her cure êrîşan pêk tîne. Ji lewre divê armanca Kurdistaniyan li çar aliyên Kurdistanê lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdan be.”
Çirûska agirê Kawayê Hesinkar rêya me tevan ronî dike
Reşa Elo ya Ereb jî cejna Newrozê ya neteweyî li gelê Kurd bi taybetî li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Agirê Newrozê agirê serhildanê û soza ji bo azadiyê gur dike. Çirûska agirê Kawayê Hesinkar riya me tevan ronî dike. Newroz ne tenê cejna gelê Kurd e, serhildana gelên bindest a li dijî zilm û desthilatdariyê ye.”
21’ê Adarê ji bo gelê Ereb jî zayînek nû ye
Reşa Elo got ku Newroz destpêka biharê ye û bihar jiyana hevpar a neteweyan mîna mozaîkek ji gelan temsîl dike û wiha pêde çû: “Her guleke di biharê de şîn tê mîna netewek e ku bi hev re di welatekî de dijîn. Ji bo me gelê Ereb jî 21’ê Adarê zayîneke nû ye gava ku em li dîrokê vegerin em ê xwe jî di nav de bibînin. Her wiha naskirina Newrozê ji hêla hikûmeta veguhêz a demkî ve, encama berxwedan û îsrarê ye. Em ji dil gelê Kurd pîroz dikin û em ê bi hev re Newrozê pîroz bikin da ku nîşan bidin em bi hev re azad dibin.”
Reşa Elo di dawî de hêvî kir ku Newroza 2026’an bibe Newroza azadiya fizîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bibe hêviya azadkirina hemû dîlgirtiyên QSD/YPJ’ê û zayîna civakeke azad.