Dr. Ejîn Dawud: Pispora Nexweşînên Pêsîrê ji bo dermankirina bilez dibe alîkar

Pispora Nexweşînên Pêsîrê Dr. Ejîn Dawud diyar kir ku penceşêra memikan pir belav e û di jinan de wekî cureya herî belav a penceşêrê tê hesibandin û got ku pişkinîna zû ji bo dermankirina bilez pir girîng e.

MEHRÎBAN SELAM

Helebce -
Penceşêr, yek ji nexweşînên ku mirovahî li çar aliyê cîhanê pê re têdikoşe, di jinan de bêtir wekî penceşêra malzarok û pêsîrê tê dîtin. Pispora Nexweşînên pêsîrê Dr. Ejîn Dawud, di daxuyaniyek ku da ajansa me de, da zanîn ku jin hewce ne hişyar bin û bal kişand ser girîngiya pişkinîna zû her 6 meh an jî salê carekê. Ejin Dawud diyar kir ku ew îsal beşdarî sempozyûmek di çarçoveya penceşêra cîhanê de bûne û diyar kir ku pêwîst e, hişmendiya li ser penceşêrê bi giştî di civakê de were zêdekirin. Wê got girîng e ku meriv bizanibe penceşêr çi ye, meriv çawa di pişkinîna zû de baldar be, sedemên penceşêrê û meriv çawa dikare pêşî li penceşêra pêsîrê bigire.

‘Penceşêra memikê pir belav e û di jinan de di rêza yekem de ye’

Dr. Ejîn Dawud diyar kir ku hemû bijîşk bi tundî girîngiyê didin pişkinîna zû û teşhîsa zû bêyî ku ew penceşêra memikê be, penceşêra malzarokê be, an penceşêra kolonê be, pêwîst e. Wê got ku penceşêra memikê cureya herî belavbûyî ya penceşêrê ye di nav jinan de ye û piştî wê, penceşêra pişikê tê. Dr. Ejîn bal kişand ser zêdebûna bûyerên dawî yên li Kurdistanê û tekez kir ku divê jin xwe berpirsyar hîs bikin û ji bo pişkinîna zû serlêdan bikin. Wê diyar kir ku jin dikarin li malê muayeneyên xwe bikin an jî, nemaze yên 40 salî û jortir, dikarin mamografiyê bikin. Dr. Ejîn anî ziman ku pişkinîna zû ji bo cureyên din ên penceşêrê jî mimkun e û wiha domand: “Mînak, penceşêra kolonê ku yek ji nexweşiyên herî belavbûyî tê hesibandin, pirî caran nîşanên dereng nîşan dide û ji ber vê yekê divê raya giştî haydar be.”

‘Mamografî ji bo tespîtkirina nexweşînê rêbazek e’

Dr. Ejîn Dawud diyar kir ku ew ji encamên ku di nav sînorên parêzgeha Helebçeyê de hatine bidestxistin û serlêdanên ku jinan ji bo teşhîsa zû kirine kêfxweş in û wiha got: “Ev nêzîkî 10 mehan e ku em bi heman makîneya mamografiyê dixebitin û li Navenda Hirs û Ciger ku ji bo memik, kezeb, gurçika zirav, mîde û kolonê pispor e, pişkinîn têne kirin. Divê gel haydar be û ne tenê dema ku êşê hîs dikin biçin cem bijîşk, lê ger di laşê xwe de rewşek neasayî bibînin, divê bêyî derengmayînê serlêdana xwe bikin. Divê welatî bizanin ka meriv çawa ji faktorên ku dibin sedema penceşêrê dûr bisekine.”

‘Ji faktorên ku dibin sedema penceşêrê dûr bisekinin’

Li ser pirsa ka meriv çawa xwe ji nexweşînan diparêze û sedemên wan çi ne de Dr. Ejîn Dawud bersivek wiha da: “Qelewbûn sedema sereke ya gelek nexweşînan îro ye. Bêçalakî, faktorên hormonal û hawîrdorê û xwarin jî bi bandor in. Divê welatî bizanin ka meriv çawa ji faktorên ku dibin sedema penceşêrê û rêbazên dermankirinê dûr bisekine, ji ber ku penceşêr îro bi giranî belav dibe.”