Dozgeriya Îranê ji bo îfadeyê bangî mamoste Ferûg Xusrewî kir

Mamosteyê dibistana seretayî Ferûg Xusrewî bi tohmetên giran ên propagandaya dijî dewletê, heqaretkirina ol û parvekirina agahiyên nepenî, ji bo Dozgeriya Komarê û Şoreşê ya Behbahanê hate gazîkirin.

Navenda Nûçeyan – Mamosteyê dibistana seretayî Ferûg Xusrewî, ku li bajarê Behbehanê yê parêzgeha Xuzistanê ya Îranê dijî, piştî wergirtina agahdarnameyekê ji bo Daîreya Lêpirsînê ya 2yemîn a Dozgeriya Komarî û Şoreşê ya Behbehanê hat gazîkirin.

Li gorî raporek ku di 19’ê Îlonê de ji hêla Kanala Têkoşîna Sendîkaya Mamosteyên Îranê ve hatiye weşandin, Ferûg Xusrewî bi sûcên "propagandaya li dijî dewletê", "heqaretkirina olê", "heqaretkirina Xameneyî û Xumeynî", "radestkirina agahiyên nepenî bo dezgehên medyayê yên girêdayî Îsraîlê" û "bê serpoş gerandinê" tê tawanbarkirin. Li gorî raporê, piraniya van sûcdariyan bi tenê li ser axaftinên taybet bi yek ji xizmên wê re ne.

Di hefteyên dawî de, Ferûg Xusrewî ji aliyê Lijneya Disîplînê ya Rêveberiya Perwerdehiyê ya Parêzgeha Xuzistanê ve ji ber "reftarên ne li gorî xizmeta sivîl" û "bikaranîna îfadeyên ku serhildêran bêguneh dikin" ji bo çar mehan ji kar hat dûrxistin.

Mamoste Ferûg Xusrewî di 8’ê Tebaxê de ji aliyê Yekîneya Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve hate girtin û di 18’ê Tebaxa 2025’an de bi kefaleta 2 milyar tûmenî ji Girtîgeha Ehwaz Sepidar hate berdan.

Berê, di 20’ê Hezîranê de, şeş efserên îstîxbarata Muhafizên Şoreşê, ku du ji wan jin bûn, bêyî ku biryara dadgehê nîşan bidin, ketin mala Ferûg Xusrewî, eşyayên wî lêgerîn kirin û dest danîn ser hin eşyayên wî yên şexsî, bi taybetî telefona wî ya desta.  

Paşê Ferûg Xusrewî li dijî van kesan gilî kir, lê Daîreya Lêpirsînê ya 2yemîn a Dozgeriya Behbahanê efserên îstîxbaratê yên Muhafizên Şoreşê beraet kir û dosya girt.

Ferûg Xusrewî, mamosteyê dibistana seretayî yê bi doktoraya zanistên perwerdehiyê, piştî xwepêşandanên 2009’an ji Zanîngeha Peyam Nur a li Îmam Lîmanê hate derxistin.