Dosyaya Gulistan Doku, jinên li Dêrsimê hatîn veşartin û pirsên bê bersiv mane

Lêpirsîna doza Gulistan Doku didome, di heman demê de, îdiayên balkêş ku dihat îdiakirin ku jinek li nexweşxaneyê bi veşartî hatiye tadawîkirin kete rojevê. Qeydên hatin jêbirin, biryarên neşopandinê û daxuyaniyên bi nakok, gumanên di dosyayê de kûr dike.

SARYA DENİZ

Navenda Nûçeyan – Lêpirsîna derbarê doza xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ku li Dêrsimê di 5’ê Çileya 2020’an de winda bûye, keta qonaxek din. 

Di çarçoveya lêpirsînê de, dosya bi binçavkirina 15 kesan û ji vana 10 kes girtin, dîsa bû rojev. Pêvajo wek ‘Lêpirsîna cînayetê’ tê meşandin. Li aliyê din îdiayên li bajar di meha Çileya 2020’an de, jinek ciwan ku navê wê nehate eşkerekirin, rastî tecawîzê hatiye û bi giranî birîndar bûye, nîşanên pirsê di aliyê ku ev bûyer bi dosyaya Gulistan Doku ve girêdayî ye an ne hê mezintir dibe.

Jina ku di sala 2020’an de destpêkê li Xerpetê tedawî kirin û piştre birin Dêrsimê kiye? Çima kilît li odeya wê hate xistin û ji her kesê hate veşartin? Li nexweşxaneyê ku erkdarên paqijiyê jî nakevin hundirê odeya nexweşxaneyê kî çima di veşêre? Çima sê parêzvan danîne ber derî? Ew kes kî, çima û bi kijan sedeman erkdarkirine?

Jina navê wê nehatî eşkerekirin

Îdiayên ku di meha Çileya 2020’an de jinek ciwan a 20 salî ku navê wê hê nehatiye eşkerekirin dema rastî tecawîzê hatî navtenga wê şikest û li nexweşxaneya dewletê ya Dêrsimê hate tedawîkirin di çapemeniyê de teyîsî. Ev îdia di dîroka ku Gulistan Doku wek winda dihat lêgerîn anîn ziman. Nûçeya têkildarî mijarê di 17’ê Çileyê de hate weşandin. Hate diyarkirin ku jina ku rastî tecawîzê hatî û hê navê wê nayê zanîn, navtenga wê şikestiy, rakirine nexweşxaneyak a Xerpetê û piştre birina nexweşxaneya dewletê ya Dêrsimê.

Odeya no A-326

Lê belê jina anîne Dêrsimê di qeydên nexweşxaneyê de navê wê nîne. Hate diyarkirin ku divê li beşa ku lê were razandin, li beşek din tedawî dikin. Ji bo bûyera tecawîzê derbikeve holê, hate îfadekirin ku jin li qata 2 ya nexweşxaneya dewletê ya Dêrsimê di odeya A-326’an de tê ragirtin, di deriyê vê odeyê de nivîsa ‘serdan qedexeye’ daliqandiye, destûr nayê dayîn kes bikeve hundir.

Li gel 3 mêran anîn nexweşxaneyê

Li gorî nûçeyan, di odeya ku di wê dîrokê de erkdarên paqijiyê jî nakeve hundir, findên wê berdayîye, lê belê kes nakeve hundir û derbikeve, bi ti awayî dengek jî nayê bihîstin, derî hatiye mifte kirin. Hate diyarkirin ku bi ewlehiya odê û tenduristiya jinê re, jinek bi hîcab eleqeder dibe. Hate îfadekirin ku 2 mêrên ku dihat texmînkirin ku di navbera 30-35 salî dene ew anîne odeyê. Li gorî agahiyan, bûyer dema ku erkdarek ê paqijiyê xwestiye odeyê paqij bike derket holê. Agahiyên ku wê demê hejmara polîsan zêde kiriye cih girtin.

Hate diyarkirin ku jin piştî ji nexweşxaneyê derket, şandine derveyî bajar, hate diyarkirin ku li gel 3 mêr û jinekê derketiye.       

Serbijîşk derewand

Serbijîşkê nexweşxaneya dewletê ya Dêrsimê Dr. Çagdaş Ozdemîr (Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de dibin çavan deye), di daxuyaniya wê demê dayî de, diyar kir ku nexweşek ku rastî tecawîzê hatî navtenga wê şikestî nehatiye nexweşxaneyê, tedawiyek wiha nehatiye kirin.

Midurê tenduristiyê berpirsiyariyê avêt ser milê walîtiyê

Miduryeta Tenduristiya Dêrsimê daxuyaniyek weşand, diyar kir ku ti serlêdana nexweşek jin di navbera 20 salî de û rastî tecawîzê hatî û tundiya fîzîkî dîtî ji bo nexweşxaneya dewletê ya Dêrsimê nehatiye kirin. Miduriyetê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Nexweşxaneya me ku di salên dawî de bi kalîteya xizmetê derketiye pêş, nûçeyên reşkirinê derbarê nexweşxaneya mede tê kirin, wê di demek herî nêz de serî li Serdozgeriya Komara Dêrsimê bidin û dê pêvajoya zagonî bidin destpêkirin.” îşaret bi Walîtiya Dêrismê kir û pas avêt Walî Tuncay Sonel (di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de dibin çavan deye)

Miduriyet li ser nûçeyên bê bingeh û îdiayan, agahî da û diyar kir ku ev îdiayên bê bingeh ên kesên parçeker ku dixwazin aramiya bajarê aramiyê Dêrismê, xirab bikine.” Miduriyeta îdiayên ku tedawiya derveyî qeydan kiriye derewand û lê belê di lêpirsîna Gulistan Doku de, di dosyaya ku hemû tişt hatine jêbirin, bi raporên polîsan hate teyîdkirin.

Li aliyê din hinek nûnerên saziyên bajar, di hevdîtinek bi alîkarê Walî Selçuk Yosunkaya pêkanîn de, îdiayên tecawîzê anî rojevê, Yoksun jî ev îdia derewand. Hate zanîn ku Selçuk Yosunkaya di meha Mijdara 2020’an de li navçeya Înebolu wek qeymeqam hatiye tayînkirin.

Ji Baroyê daxwaza lêpirsînê

Baroya Dêrsimê, têkildarî îdiayên di çapameniyê de cih girtin, serî li dozgeriyê dan. Îdia wek gilî qebulkirin û daxwazê lêpirsînê kirin. Daxwaza Baroyê ya lêpirsînê bi neşopandinê encam bû. Di lêpirsîna Gulistan Doku de 3 dozger hatin guhertin.

Qeydên nexweşxaneyê yên Gulistan hatine jêbirin

Li gorî lêkolînan, derket holê ku qeydên nexweşxaneyê yên Gulistan Doku jî hatine jêbirin. Hate tesbîtkirin ku Gulistan Doku di 31’ê Kanûnê de saet 09:09’an çûye nexweşxaneya dewletê ya Dêrsimê, lê belê hemû qeydên wê rojê hatine jêbirin. Têkildarî îdiayên nexweşxaneyê, hate diyarkirin ku Gulistan Doku wê rojê qet nehatiye nexweşxaneyê. Li gorî îdiayan, di belegeyên ku di çarçoveya lêpirsînê de ketiye dosyayê, sernavên "Bulgular-Gebe-Plan-Çocukkey-Htkey-Fetuskalses-Hbkey-Pelvisanatomi-Pelvisağrılık" in, ev sernav, wek derberê ducanîbûnê de hate nirxandin û dibin sernavê dengê dil, hate fêmkirin ku asta dengê dil bi awayê 20-136-140-150 hatiye kirin.”

Hate îfadekirin ku Gulistan Doku di 27’ê Kanûnê de rastî tecawîzê hatiye. Hinek pirsên din jî dibe rojev. Gulistan berê rastî êrîşan hatiye an ne? Anjî qeydên hatine jêbirin dîrokên piştî wê digre nava xwe? Ger ev hemû tablo were fikirîn, jina ku li nexweşxaneyê û navê wê nehatî eşkerekirin kiye? Li nexweşxaneya dewletê ya Dêrsimê hên çed jinên din bivî awayî hatine veşartin? Anjî qeyda çend jinan hatiye jêbirin? Çend jin bêyî qeyd hatine nexweşxaneyê?

Çima niha?

ANF | Ayten Kordu: Bunlar sömürge madenciliğidir

Parlementera DEM Partî ya Dêrsimê Ayten Kordu, tabloya derketiya holê ji ajansa mere nirxand. Ayten Kordu got: “Tiştên di lêpirsîna Gulistan Doku derketin, hêza civakê ya dijî sûcên dijî jinan hatî bikarînîne. Ev pirs pirsa bingehîne, piştî 6 sal û nîvan çima niha. Waliyê ku piştî wê hatî ser erk. Di nava vê demê de, serbîjîşkên ku li wêderê erk kirine, midurên emniyetê, serdozgerî, rektorên zanîngehê divê hemû bên lêpirsînkirin. Ji ber divê dosyayê de, me dît hêzê civakê, di nava dewletê de bûye çete, di tecawîz û komkujiyan de karaniye. Lê belê tenê bi vê ve ne sînordare, wezîrên karê hundir yê wê demê ku walî Tuncay Sonel di parast, divê daxilê lêpirsînê bibe. Enceq bivî awayî dikare rastî ronî bibe. Navên wek  Rojwelat Kızmaz, Rojin Kabaiş, Narîn Guran û gelek navên din hene. Divê dosyayên van li ser encamên ku di dosyaya Gulistanê de derketine, werin destgirtin.” 

Ayten Kordu da zanîn ku wê heta dawiyê dosyayê bi şopînin û wê daxwaza ronîkirina hemû berpirsan bikin û wiha got: “Hê nehate eşkerekirin ku Gulistan li kure. Me derbarê Gulistan Doku de pêşnûmepirs jî pêşkêş kiribû, ger bixwazin edaletê pêkbînin, divê ev pêşnûme di komîsyonê de were qebulkirin.” Ayten Korda îfade kir ku ji vê pêvajoyê desthilata siyasî berpirse û îşaret bi wê yekê hate kirin ku divê hemû kes werin lêpirsînkirin.

Dosya hate veşartin

Ayten Kordu têkildarî pirsa jina ku di 2020’an de rastî tecawîza pisporê çawiş hatiye û anîne nexweşxaneya dewletê ya Dêrisimê ev bersiv da û got: “Derbarê bûyera ku di 2020’an de pêkhatî, wê demê ti serlêdanek fermî nehate kirin. Di vê mijarê de Baroya Dêrsimê serlêdana Serdogeriya Komarê kiribû. Derbarê wê de di çapemeniyê de jî teyîsî, biryara neşopandinê hate dayîn. Ez difikirim ku ev kes ne Gulistan Doku be. Ti serlêdana jinê ne li baroyê ne jî li emniyetê nebû. Li Kurdistanê polîtîkyên şerê teybet ên cidî hene. Li Kurdistanê gelek pisporên çawîş, cerdevan, li dijî jinan tacîz û tecwazî pêkanine û ev dosya hatine veşartin, civak dizane ku lêpirsînek aktîf nehatiye kirin, em hemû dizanin.”

‘Lêpirsîn dê ji bo vekirina dosyayên nû bibe wesîle’

Ayten Kordu îfade kir ku di buyera hatî jiyîn de temasek nehatiye kirin û ev tişt got: “Tevgera jinan negihe jinan. B wesîleya lêpirsîna Gulistan Doku û ên ku piştî lêpirsînê derketine, dikarin rewşa jinên din jî bînin ziman. Dibe dîsa bixwazin lêpirsîn û lêkolîn bikin. Di heman pêvajoyê de ew jin çima gilî nekir? Belê serlêdana jinê nine, lê belê piranî jin ji aliyê erkdarên ewlehiyê di nava dewletê û têkiliyên bi dewletê re rastî êrîşên zayendî tên dibe ku neaxivin û serlêdan nekin. Li Tirkiyeyê jin xwe bê ewle hîs dikin, em di erdnîgariyek ku mekanîzmayên serlêdanê kêm dimînin, polîtîkayên bêcezakirinê ku li gorî nêrîna daraza mêr digre dest û di asta herî jor deye dijîn. Ji ber wê derbarê gelek bûyerên ku wê demê hatin jiyîn, lêpirsînek çalak nehatiye meşandin. Belku di dosyayê de têkiliyên civakî bi awayê herî nexweş bi kartînin eşkere bibe û ji bo vekirina dosyayên nû bibe wesîle. Ev doz doza me hemûyane, doza hemû jinene.”