Dorpêçkirina Kobanê di roja 16’an de ye: Qeyrana mirovî kûrtir dibe
Di nava bêdengiya navneteweyî û şert û mercên jiyanê yên dijwar de, bajarê Kobanê li Rojava di bin dorpêçekî 16 rojî de ye.
Navenda Nûçeyan- Bajarê Kobanê ev 16 roj in ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve di bin dorpêçeke tund de ye. Di heman demê de, alîkariya mirovî ya ji Bakurê Kurdistanê tê şandin li ser sînor ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk ve hat astengkirin û vegerandin.
Komên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ev 16 roj in dorpêçeke giran daye ser bajarê Kobanê û xetere li ser jiyana zêdetirî 600 hezar mirovî heye. Av û elektrîk bi tevahî qut bûne, sotemenî û gaz kêm bûne; mal sar in û bazar ji xwarin û sebzeyên bingehîn bêpar in.
Bi taybetî derman nayên peydakirin, şîrê zarokan û xurek li bazaran pir kêm bûne. Ji ber qutbûna elektrîkê beşên nexweşxaneyan sekinîn û madeyên sotemeniyê û pêdiviyên din ên jiyanî jî nayên peydakirin.
Kolanên teng û dermanxaneyên bajêr rûyê herî hovane yê dorpêçê eşkere dikin. Dermanên bingehîn ji bo nexweşiyên kronîk bi tevahî xilas bûne û însulîna ku bi taybetî ji bo nexweşên diyabetê pêwîst e, peyda nabe. Hewldanên alîkariya navneteweyî yên ne têrkêr ên bi rêya Neteweyên Yekbûyî û Heyva Sor tên kirin, sivîlan bê derman dihêle. Qutbûna elektrîkê beşên krîtîk ên nexweşxaneyan felç dike û gefa karesatek mezin a tenduristiyê dixwe.
Tevî lihevkirina 30’ê Çileyê ya di navbera QSD û rêveberiya demkî de jî, rewşa li qadê neguherî. Gel baweriya xwe bi rêkeftinên siyasî yên ku nan û derman peyda nakin, winda kiriye.
Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker rê neda alîkariyên mirovî yên ku gelê Bakurê Kurdistanê amade kirine, derbasî Kobanê bibin. Ev yek jî, tecrîd û êşa gel a di bin dorpêçkirî de girantir dikin.