Diyardeya tundiya li dijî jinan li Idlibê zêde dibe
Li Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de diyardeya zewaca bi temen biçûk zêde bûye. Gelek malbat ji ber rewşa aborî wek hincet nîşan didin zarokan ji mafê wan yê herî bingeîn bêpar dihêlin.
HEDÎL EL OMER
Idlib – Li cîhanê bi taybetî Rojhilata Navîn de tundiya li dijî jinan bi şêweyên cûr bi cûr xwe dide der. Li Idliba di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wî de jî rewş heman tişte. Di demên dawî de li Idlibê diyardeya zewaca temên biçûk gelek zêde bûne. Gelek malbatên ku zarokên xwe didin zewicandin rewşa aborî wek hincet nîşan didin zarokên keç ji mafê wan yê herî bingehîn bê par dihêlin. Zarok û jinên li Idlibê ji mafê perwerdeyî bigre heya aborî tendirûstî bêpar in. Ev rewş bi dagirkeriya dewleta Tirk ve gihîşt asta herî jor.
‘Tundiya fîzîkî bibû beşek ji jiyana min’
Emîne Hedad ya 23 salî di 14 saliya xwe de hate zewicandin behsa serpêhatiya xwe kir û got: “Min wateya zewacê nizanîbû dema ez hatim neçarkirin ku bi mêrek ji min 20 salan mezintir werim zewicandin. Min berpirsyariyên gelekî giran radikirin. Ez herdem rastî îxaneta hevjînê xwe hatim. Herdem rexneyê min dikir û bê sedem li min dida. Min digot qey tundiya fîzîkî beşek ji jiyana min e. Lêdan destpêkê hinekî kêm bû paşê bi demê re zêde bû. Pêwîstiya min bi alîkariyê hebû lê belê ducaniya min û tirsa min ji axaftinên xelkê û jihevberdanê nedihiştin ez biaxivim. Dema min nas kir binpêkirinên li dijî min dê ranewestin ez fikirîm dawî li jiyana xwe bînim ji ber wê diviyabû ez li cihekî ewle dûrî hevjînê xwe bimînim."
Emîne Hedad di berdevammiya axaftina xwe de got ku piştî ku ew êdî tundiyê tehemûl nekir reviya mala malbata xwe û daxwaza jihevberdanê kir. Piştî zaroka wê çêbû yekser malbata wê şandin mala mêrê ku pê re zevici ye.
Ji mafê mîrasê bêpar tê hiştin
Rexda El Hiwêr ya 40 salî jî hevjînê wê wefat kiriye bi hersê zarokên xwe re dijî got: “Piştî hevjînê min di şer de jiyana xwe ji dest da min dest bi lêgerîna karekî kir ji bo hersê zarokên xwe xwedî bikim lê belê civakê ev yek bi hêsanî qebûl nekir. Ez herdem dihatim rexnekirin û istismarkirin. Dema min daxwaza mafê xwe û zarokên xwe ji erdê hevjinê xwe kir xizmên wî red kirin bidin min û gotin ez tenê jinek im mafê min ê mîrasê tune ye."
‘Li cihê kar destdirêjî li min hat kirin’
Suad El Xeyat a 33 salî û dayîka 4 zarokan û yek ji kampa Idlibê de dijî got: “Min biryar hevjînê xwe berdim ji bo tundiya li dijî min raweste. Lê belê malbata min tundî li min zêde kirin. Nema hiştin ji malê derkevim kar bikim yan jî serxwebûna min hebe. Bi taybet çend caran hatim istismarkirin û li cihê kar destdirêjî li min hat kirin."
Suad El Xeyat destnîşan kir ku ew neçar ma alîkariyên mirovî bixwaze ji bo karibe her 4 zarokên xwe xwedî bike. Lê belê destdirêjî ji aliyê kesên alîkariyan pêşkêş dikin lê hat kirin. Suad El Xeyat diyar kir ku êdî du rê li pêşiya wê ma bû eger dixwaze hîn alîkarî bigihêjin wê bêdeng bimîne û gorî daxwazên berpirsan bimeşe yan jî dê alîkariyan qebûl neke.