Divê medya jenosîdan nîşan bide

Di panela ku ji bo bîranîna Enfalê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku ji bo nifşên pêş bîranînên bi êş bizanibin, divê xebatên akademîk bên meşandin û medya jenosîdan nîşan bide.

Silêmanî- Li hola konferansê ya Şêx Fexrî, ji aliyê peymangeha Teknîkî ya Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê, bi boneya 37’emîn salavegera Enfalê panelek bi sernavê ‘Rengdana Enfal û jenosîda Kurd di rehenda medya û edebî’ bi amadebûna mamoste û xwendekaran hat lidarxistin. Panel ji aliyê mamoste Haşim Emîn, mamosta Seîdiye Mehmud, nivîskar û bijîşk Edûlet Ebdullah ve hat rêvebirin.  

Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Di panelê de Seîdiye Mehmûd behsa pêvajoya Enfalê kir. Seîdiye diyar kir ku li hemû cîhan û bi çend bingehan karîbûne behsa Enfalê bikin û wiha got: “Hemû Kurd dizanin çi bi serê wan hatiye. Ji ber wê min bi zimanê Erebî nivîsiye, ji bo netewên Ereb jî bizanin em gelê Kurd bi hêz in. Em zilmê qebûl nakin.” 

‘Erkê medyayê giran e’ 

Edalet Abdullah jî behsa erk û kêm û kurtasiyên medyayê kir û wiha got: “Li her welatek rû bi rûyî jenosîdê ye, erkê medyayê giran dibe. Erkê medyayê şopandina çalakiyên vê rojê ye. Her wiha erkê din, çavdarîkirin e. Ji ber ragihandin wek sê desthilatên din e. Destilata çarem jî çavdêrîkirin e. Li gorî hemû lêkolînan û pirtûkên lêkolînê ku têkilî bi jenosîdê re heye, ji bo rolek wê ya girîng heye. Erkê medyayê ne tênê dayîna nûçeyê ye, gîhandina hemû civakê ye. Erkê medayayê di dema jenosîdê de di qonaxa yekem de agahdarkirin aliyan a ji bo bûyera qewimîne. Qonaxa dûyem gîhandina agahiyan û nûçeyan a ji bo xelkê ye. Qonaxa dawî jî piştî bûyera qewimî ye.” 

‘Divê em biranînên xwe berz bikin’ 

Seroka beşa perestar a parmengeha teknîka Kurdistan Dilniya Eshed jî behsa girîngiya armanca panelê kir û wiha got: “Ev çalakî û boneya netewî û niştîmanî gelek girîng e. Di nav de akademî ji bo ku nifşên li pey me van bûyeran bizanin û ji bo ku bizanibin Enfal çiqas zilmek mezin e, ji ber wê divê ev biranîn zindî bên girtin.” 

Dilniya Eshed di axaftina xwe de îşaret bi girîngiya mijarên Enfalê kir û wiha got: “Di civaka teknîka Kurdistanê de, her tim ev bone bilind tên girtin û bi taybetî di nav Kurdan de. Me bîranîna salvegera Helebce kir, em bîranîna Enfalê jî dikin. Di mijarên akademîk de mijarên Kurdolojî heye. Tê de behsa van jenosîdan dikin. Tê de xwendekarên me derbarê van bûyeran de agahdar dibin û hestên netewî û nîştîmanî bi wan re zêde dike.”