‘Divê li dijî her cure ferasetên paşverû têkoşîn bê meşandin’

Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Sedîqe Xilo girêdayî hebûna qelen di nava civakê de û got ku divê li hemberî her cure ferasetên paşverû têkoşîn were meşandin.

BERÇEM  CÛDÎ

Kobanê - Di civaka ku ji aliyê pergala mêr a serdest ve rastiya wê hatiye berovajîkirin de, em dibînin ku di her mijarê de pîvan û kevneşopiyên ji aliyê hişmendiya mêr ve hatine afirandin, di destpêkê de li ser jinan hatine ferzkirin. Li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku jin li derdora dirûşim û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêşengiya têkoşînê kirin û hê jî di hemu qadan xwe xwedî rola pêşengiyê ne li dijî hîn ferasetên paiverû yên berhemên hişmendiya baviksalariyê ne têkoşîna jinan didome.

Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya kantona Firatê Sedîqe Xilo di mijara qelen û rêbazên bikaranîna wê de wiha dibêje: “Di civaka me de dayîna qelen ji bo jinan, xwe dispêre hinek kevneşopiyên civakî û olî lê bi taybetî ji bo civakên Rojhilata Navîn em dibînin ku di vî warî de gelek caran pîvanên olî xwe li ser kevneşopiyên civakê ferz dikin. Qelen ango qalan ew e ku malbata bûkê bihayê pere û zêran ji bo malbata zava diyar dike ku keça xwe wiha dide zewicandin lewra qelen yekser bi mijara zewacê ve girêdayî ye. Bihayê qelen li gorî welat û deveran tê guhertin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heman tişt heye. Em dibînin li hinek herêman tenê pere tê diyarkirin û hinek ji wan jî pere û di navbera 50,75,100 gram de zêr tê xwestin. Ev jî li gorî kevneşopiyên eşîr û malbatan tê guhertin. Ev xalên me anîn ziman, di roja me ya îro de tên jiyîn û em her dem şahidiya wan dikin.”

‘Jineolojî rastiya civakê, model û çareseriyên altirnatîf pêşdixe’ 

Qelen aliyekî wê yê olî jî heye lê mixabin weke ku gelek bîrdozî û mijar ji naveroka xwe derketine ol jî wiha bûye. Sedîqe Xilo bal kişand ser vê xalê: “Ji aliyê olî ve jî bi derketina pêxember Mihemed re di mijara qelen de rewş cuda bû. Bêguman ne weke ku niha tê zanîn bû. Pêxemberê ola Îslamê Mihemed, dibêje yê ku ol, pîvan û exlaqê wî li gorî mirov be pê re bizewicin. Pêxember Mihemed qelen bi pîvanên mirovî re girêda, ne yên madî re. Dema keça wî Fatma dizewice, ew tenê ji bo keça xwe gustîla zewacê dixwaze ku ew jî diyar nake bila zêr ango zîv be û dîsa berdewam dike ku li rex gustîlê bawerî, exlaq û pîvanên wî baş bin.”

Li Rojavayê Kurdistan, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi saya şoreşa jin û pardîgmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfeta jinan ya têkoşîna li dijî hişmendiyên ku jin ji rastiya wê derxistiye pêş dikevin. Di vî warî de tevger û rêxistinên jinan ku xwe dispêrin bîrdoziya azadiya jin û civakê, têkoşîna van mijaran dikin. Navendên Lêkolînan yên zanista Jineolojî ji analîzkirina rastiya civakê, model û çareseriyên altirnatîf pêşxistin, vê rolê dilîze.

‘Li şûna jiyana bindest û mafî, em hevjiyana xwe pêş bixin’

Sedîqe Xilo diyar kir ku divê hevjiyana azad li şûna hevjiyana bindest û madî were hilbijartin: “Weke zanista Jineolojî yek ji pîvanên me yên sereke ku em her tim behsa wê dikin, hevjiyana azad e. Ji bo vê jî bikaranîna qelen dijberî hevjiyana azad e ku em vê mijarê red dikin û ji bingeh de şaş dibînin. Di mijara zewacê de bê gûman hîn pêdiviyên ku mirov pêk bîne hene, lê di rastiyê de divê herdû malbat li gel hev vê yekê bikin û bar ne li ser aliyekî be. ji ber di encamê de dê jiyaneke hevbeş bi hev re were jiyîn. Lê ji ber ku ev têghîştin heta niha jî nehatiye teysandin, em dibînin ku di rewşa niha de pêwîste ciwanên ku bixwazin bizewicin çend salan kar bikin da ku pereyên têre pêdiviyên zewacê bike, peyda bibe. Bi vê rêbazê jî zewac vedughere mijareke madî. Em weke Jineolojî û paradîgmeya Netewa Demokratîk li dijî qelen, diyarkirina bihayê pere û zêran in.”

Sedîq Xilo da zanîn ku hişmendiya civakê bi riya hîn gotinan jî zelal dibe û got: “Gelek caran em dibînin malbat dibêje ku nirxê keça me ji yê din ne kêmtir e, çawa ku keça ap an xalê wê bi vê bihayê zewicî ye emê jî keça xwe bi vî qelenî bidin. Ger em van gotinan û naveroka wê analîz dikin, em hişmendiya civaka xwe jî nas bikin. Weke encam jî derdikeve holê ku kirîn û firotin xwe dide der, bi wateyeke din ezê keça xwe bi vî nirxî bifiroşim ango ezê hevjînekê bi vê bihayê bikirim.”

‘Divê gava destpêkê ji aliyê jinan ve were avêtin’

Sedîqe Xilo di dawiya nirxandinên xwe de bang li jinan kir ku qelen red bikin, kirîn û firtonê nepejirînin: “Qelen kevneşopiyeke kevnar e ku di gelek pêvajoyên dîrokê de hatiye bikaranîn, lewra guhertina vê hişmendiyê jî dem, zanebûn û kedeke mezin dixwaze. Di asta yekê de divê jin di vê mijarê de têghiştî bin û ji bo xwe hişmendiya kirîn û firotinê qebûl nekin. Dema em jiyana hevjîniyê hilbijêrin, pêwîst dike ku em di hemû aliyên wê de hişyar bin û li şûna jiyana koletiyê, pergal û hevjiyana azad hilbijêrin. Di vî warî de piştî zewacê pirsgirêkên gelek mezin derkevin ku malbat ji bo kurê xwe bizewicînin pereyan deyn dikin, piştî zewac pêk tê yekser zêrê pûkê jê dibin û dîsa wan deynan didin. Ev bûyer çêdibin û hatine jiyîn jî di nava civakê de. Ji bo vê em dibînin yekser di navbera herdû malbatan de pirsgirêk çêdibin û gelek caran jî bi berdanê bi dawî dibe. Ji bo vê jî êdî dem hatiye ku em li dijî vê mijarê têbikoşin û guhertinan bidin çêkirin.”