‘Ger hûn şerekî bikin divê ji bo zarokan be’
Rêxistinên hiqûqê, beriya danişîna zaroka keç a Êzidî ku dema bebik bû ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin û li Enqereyê ‘derxistibûn firotinê’ daxuyanî dan û gotin: “Ger hûn bi rastî jî dixwazin şer bikin divê ji bo zarokan be. Êdî bes e.”
Navenda Nûçeyan- Danişîna 7’emîn a ji bo zaroka keç a Êzidî ya di operasyona şaneyên DAIŞ’ê de hat rizgarkirin û li ser înterneta kûr (dark web) ‘derxistibûn firotinê’ li daîreya 15’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dê were dîtin.
Rêxistinên hiqûqê û yên mafên mirovan, beriya danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. Parêzer Nurdan Kiliç daxuyaniyê xwend û diyar kir ku ew ji bo şopandina danişîna bi awayê veşarî ya zaroka keç a Êzidî ku hê bebik bûyer hatiye dîlgirtin û dûre weke kole hatiye ‘firotin’ hatine ba hev. Nurdan Kiliç, di axaftina xwe de qetilkirina Narîn Guran bi bîr xist û got: “Zarokek din jî di navbera dewlet-malbat û terîqetê de hat qetilkirin. Narîn yekem nîn e.”
‘Di 7 mehan de 14 zarokên keç hatin qetilkirin’
Nurdan Kiliç, daneyên Navenda Mafên Zarokan parve kir û got ku di 7 mehên sala 2024’an de 14 zarokên keç hatine qetilkirin û wiha domand: “Li gorî agahiyên Navenda Mafên Zarokan FISA’yê ku tenê agahiyên ji nûçeyên medyayê girtine, ji sala 2022’yan ve heta niha herî kêm 133 zarokan, ji ber şîdeta nava malê, cînayetên zarokan an jî mirina bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di 6 mehên pêşîn ên sala 2024’an de 32 zarokan bi ‘xwekuştinê’ jiyana xwe ji dest dan. 17 zarokan bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Tenê di sala 2023’yan de ji 66 hezarî zêdetir doz ji ber îstîsmara li ser zarokan hatin vekirin. Hejmara zarokên ku rastî êrişa zayendî hatine û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine qeydkirin, di 10 salan de 3 qat zêdetir bûye.”
‘Em dibêjin êdî bes e’
Serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroglu jî di axaftina xwe de wiha got:
“Berkîn bû, Ugur bû, Leyla bû, niha jî Narîn lê hemû jî zarok bûn. Herî dawî di nava tûrikek de avêtin nava çem. Ji bo em balê bikşînin ser mafên zarokan, mirovan hişyar bikin, her tişt dikin lê yên ku divê li dijî van binpêkirinan têbikoşin li ku ne? Em niha bi cînayetek din re rûbirû ne lê em dinêrin têkildarî lêpirsînê tu daxuyaniyek tune ye. Em ê çi bikin hûn ê bibêjin ‘meseleya nava malbatê’ ye qey. Malbat jixwe her dem cihê ku bingeha faşîzmê lê heye bû li vî welatî. Ger hûn li vê cîhanê ji bo tiştekî şer bikin divê ji bo zarokan be. Em dibêjin êdî bes e.”
Piştî axaftinan parêzerên dozê çûn salona danişînê ya Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê.