‘Divê berpirsyarên komkujiya Hewlêrê hesab bidin gel’

Di 16'ê Gulana 1997’an de li bajarê Hewlêrê PDK’ê qetlamek pêk anî, di encamê de 83 kes hatin qetilkirin. Nahîde Heme Salih, bi nasnav Rûken a ji bajarê Silêmaniyê jî jiyana xwe ji dest da. Xwişka Rûken Edîbe Heme Salih behsa kesayeta wê kir.

TEWAR PENCEWÎN

Silêmanî-Beriya 27 salan PDK’ê li navenda bajarê Hewlêrê komkujiyek bi ser rojnamevan, rewşenbîr, welatparêz, azadîxwazan pêk anî ku heta niha jî tu kes nizane, cenazeyên wan, an jî gorên wan li ku derê ne. Xizmên şehîdên Komkujiya Hewlêrê bang dikin ku cenazeyên zarokên wan radestî malbatên wan bikin û teqez kirin ku ew ê tu carî dest ji şopa şehîdên xwe bernedin û şopdarên riya wan bin.

Piştî 14’ê Gulana sala 1997’an dewleta Tirk bi 200 hezar leşkeran operasyonek li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk anî. Piştî destpêkirina vê operasyonê du rojan, PDK’ê di nîvê rojê de di 16’ê Gulana 1997’an ji nîşka ve Hewlêrê veguherand gola xwînê û komkujî pêk anî. Di encama vê êriş a PDK’ê de 83 hunermend, rojnamevan, welatparêz, rewşenbîr, azadîxwaz û birîndarên PKK’ê yên bêçek ku tedawî dibûn, jiyana xwe ji dest dan. Navê vê rojê weke Komkujiya Hewlêrê ket dîrokê.

Rûken mînaka têkoşînê bû

Nahîde Heme Salih bi nasnav Rûken ku yek ji şehîdên komkujiya Hewlêrê ye, di sala 1974’an de li bajarê Silêmanî ji dayik bû, li zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê beşa karêgerî û aborî temam kir. Kesayatiyek bêdeng û hêmin bû, di heman demê de ciwanek xwedî berpirsyarî bû, ji zarokatiyê ve pirsgirêka jinan û civakê jê re bûbû meraq û bendên civakê yên bi aqilê mêrslarî nedipejirand, ji xwendin û nivîsandinê gelek hez dikir. pirtukên Heme Dok, Jana gel û ‘Dayik’ ên Meksîm Gorkî û pirtukên din di xwend. Di salên 1995-1996’an de tevgera azadiyê nas dike û di sala 1996’an de beşdarî nava tevgera azadiyê dibe. Li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê dixebite. Li bajarê Hewlêr weke xebatkar û rojnamevan dest bi xebatê dike.

‘Heta ku hûn vê tevgerê nas nekin hûn ê nizanibin jiyana gel çawa ye’

Rûken bi rûkeniya xwe bû yek ji mînakên jinên azad. Naskirina tevgera azadiya gelê Kurd ji bo Rûken di jiyana wê de qonaxeke nû bû. Her dem ji malbata xwe re digot, “Heta ku hûn vê tevegerê nas nekin, hûn ê nizanibin jiyana xelkê çawa ye.”

‘Rûken piştî nasîna tevgera azadiyê ketibû nava lêgerînan’

Edîbe Heme Salih xwişka Rûken e, diyar dike ku ciwanek xwenda bû, her dem ji nivîsandinê hez dikir û piştî nasîna tevgera azadiyê her dem guftûgo dikir, behsa dîroka Kurdistanê dikir û wiha got: “Ez bi kesayeta şehîd Rûken gelek serbilind im. Di sala 1996’an ez ducanî bûm ji min re got wê navê wê çi be, di wê demê de min jê re got ez ê navê te lê bikim.”

Edîbe Heme Salih da zanîn ku Rûken di nivîsên xwe de her dem behsa jinan û hezkirina xakê dikir. Der barê pirsgirêkan de riya çareseriyê nîşan dida û wiha got: “Dema sala 1996’an şerê navxweyî rûda, bi Rûkenê re fikrên cuda çêbûn, gelek ciwanan di şerê navxweyî de jiyana xwe ji dest dan, hinekan koç kirin. Ew her dem difikirî, digot civak çima neçar e wiha bijî, çima şer çêbibe û ciwan jiyana xwe ji dest bidin.”

‘Divê ku berpirsyarên vê komkujiyê û gelek bûyerên din hesab bidin’

Edîbe herî dawî wiha behsa komkujiya Hewlêr kir: “Divê serkirde bên lêpirsînkirin, çima ciwanên me di nava Hewlêrê de bi komkujiyeke hovane qetil kirin. Divê berpirsyar hesab bidin. PDK ji bo berjewendiyên xwe û malbata xwe alîkariya dagirkeriya Tirk dike. Li cihê ku xizmetê ji civakê re bike dibe sedem ku ciwanên me ji welat derkevin. Li cihê ku welat biparêze dibe sedem ku gelek kes li vê xakê werin qetilkirin.”