Dîmenê merasîma şewitandina çekan hat parvekirin

Dîmenê merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk hat parvekirin.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, tev li merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû. Dîmenên îmhakirina çekan hat parvekirin

“Koma Aştî û Civaka Demokratîk”, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çekên xwe îmha kir. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş jî di komê de cih girtin.  

Kom, 15 jê jin û 15 jî zilam bi giştî ji 30 kesan pêk dihat. Besê Hozat û Nedîm Seven pêşengtiya komê kirin. 

Dîmenên merasîmê hat parvekirin.