‘Divê jinên cîhanê xwedî li berxwedana jinên Efrînê û Şêx Meqsûdê derkevin’
Jinên bajarê Til Temirê, der barê êrîşên li ser bajarê Heleb û Şehbayê axivîn û piştgiriya xwe bi berxwedana jinên Efrînê û Helebê re nîşan dan. Jinan banga xwedîderketina jinan a li vê berxwedana dîrokî kir.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Li herêmên Bakurê Sûriyeyê bi taybetî li Heleb, Til Rifet û Şehbayê herwiha li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê Hêzên Parastina Gelê Şêx Meqsûd û Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê ve berxwedaneke dîrokî li hember çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) tê nîşandan. Di heman wextê de jî dewleta Tirk a dagirker duh, êrişî gundê Tewîla ya rojavayê Til Temirê û gundê Qibûr Qerajina yê bakurê wê, kir. Hemwextî êrişan jî, balafirên şer ên dagirkeriyê jî li asîman geriyan.
'Li pey êrişê li dijî herêmê planên xeternak hene'
Li dijî van êrişan û berxwedana ku tê nîşandan, jinên Til Temirê ên Kantona Cizîrê axivîn. Hevseroka Meclîsa Bajêr Gulîxan Sofî got ku li pey êrîşan planên pir qirêj û xeternak hene û wiha dom kir: "Ji aliyê hikûmeta Şamê ve vekişîna ji bajaran a bêyî berxwedanî ya di nav 24 saetan de, ji ber valatiyek nehatiye. Ev xwedî planên pir qirêj in ku li dijî îradeya gelê herêmê tê meşandin. Îro, roja hebûn û sekna li hember planên ku li dijî jinan tê meşandin e. Em ji jinên Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re dibêjin ku hêza me ji her demê zêdetir xurt e. Êrîşên li ser me, tirsa ji hêzbûna me nîşan dide. Lewma, ya ku wê van êrîşan rawestîne bê guman jin in û gelê herêmê ye."
Gulîxan Sofî got: "Senaryoya 2011’an îro careke din dûbare dibe. Rejîm hem gel hem jî axa xwe terikand û bajar vala kirin. Heleb mînaka wê ye. Gelê me yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku rêya azadiyê nas kirine, ez dbêjim berxwedana we di wextekî ku em bi tenê ne de jî pîroz e. Em piştgiriya xwe bi jinên wan herêman re dikin yek."
'Divê jinên cîhanê xwedî li berxwedana jinên Kurd derkevin'
Gulîxan Sofî bang li jinên cîhanê kir ku ew jî xwedî li jinên Efrînê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîste jinên cîhanê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwedî li jinên herêmên ku îro berxwedaneke dîrokî dimeşînin, derkevin. Ji ber ku êrîşa li jinên Kurd, êrîşa li ser jinên cîhanê ye. Em ê bi rihê gelê şoreşgerî destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin."
'Planeke dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd e'
Semer Xelîl jî wiha got: "Êrîşên dewleta Tirk ne nû ne li ser herêmê. Lê gel bi berxwedanê her bersiva van êrîşan dide. Rewşa ku li Helebê derket holê û vekişîna rejîmê ya bêyî berxwedanî, mirov dike nav gumanê. Rejîma ku qaşo gel diparast, gel bi tenê hişt û reviyan. Dewleta Tirk li pişt vê planê ye û pir diyar e jî ku li dijî gelê Kurd e, yên li taxên Heleb û Şehbayê dijîn. Gelê ku di bin ewlehiya şervanên QSD YPJ û YPG’ê de dijiyan, ewlehiya wan bi van êrîşan têk birin. Em jî her wext bi hêz û gelê xwe yê berxwedêr û bi jinên berxwedêr re ne."