‘Divê ji aliyê dewleta Tirk ve gavên zelal bên avêtin’

Rewşenbîrên jin û parêzerên ji bajarê Qamişloyê, diyar kirin ku xwedî derketina li pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk erka herkesî ye û bi taybetî divê ji aliyê dewleta Tirk ve gav û helwestên zelal derkeve holê û bipêş bikevin.

Pelîn Nûpelda

Qamişlo – Pêvajo û serdema nû ya bi banga Aşitî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata îsal de dabû destpêkirin, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dikeve qonaxeke nû û cîhan şahidiya kêlîyên dîrokî dike. Di 11’ê Tirmehê de li ser banga duyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 gerîlayên PKK’ê pêk tê bi merasîmekê dîrokî çekên xwe şewitandin.

Rewşenbîr û parêzerên jin ên ji bajarê Qamişloyê, têkildarî banga pêvajoya merasîma danîna çekan û geşedanên ku li Kurdistan û Tirkiyê rû didin, ji ajansa me re axivîn.

Ceylan Hemê ya ku Parêzer e, diyar kir ku dîroka PKK’ê ew dîrok bû ku ji bo ispatkirina hebûna Gelê Kurd bû ku çek rakiribû. Ceylan wiha got: “Bi banga Aşitî û Civaka Demokratîk a ku bi pêşengiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, pêvajo dikeve qonaxeke nû. Pêwîst e êdî Pêvajoya avakirina civaka demokratîk û aştiyane bikeve meriyetê. Êdî pêvajo bi berxwedaniyên nû bi hemû aliyan divê bê meşandin, ne mîna berê bi kuştin û tunekirinê. Bi rêbazên berê pêvajo êdi nayê meşandin. Dive her kes xwe berpirsyar bibîne di vê qonaxa nû de.”

Pêwîst e dewleta Tirk di aliyê sîyasî û yasayî de gav bavêje

Ceylan Hemê destnîşan kir ku avakirina pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk tenê yek alî nayê meşandin û wiha pê de çû: “Gavên ku heta niha berbiçav hatine avêtin tenê ji aliyê PKK’ê ve hatine avêtin. 2 meh beriya niha biryara fesihkirinê dan û biryarên girîng girtin û çekên xwe îmha kirin. Lê belê heta niha bi awayekî fermî me tu gavavêtinên dewleta Tirk nedîtine. Pêwîst e dewleta Tirk di aliyê sîyasî û zagonî de gav bavêje. Ji ber ku îro gav avêtin hemû girêdayî zagona ne. Bingeha gavavêtinan tê wateya qebûlkirina maf û nasnameyan û civaka demokratik. Divê di aliyê demokrasîyê de jî hemû maf û netew bên qebûlkirin û di zagon û destûrên xwe de guhertin çêkin.”

‘Dive bi hişmendiya berê pêvajo neyê meşandin’

Ceylan Hemê anî ziman ku dive di parlementoyê de mafên gelê Kurd werin qebûlkirin. Ceylan da zanîn ku ev bi salan e dibêjin gelê Kurd û Tirk bira ne, lê belê heta niha tu tiştekî bi navê biratiyê nedîtine, heta zimanê Kurdan qedexe ye û bi awayê fermî nayê qebûlkirin. Ceylan got ku çawa ku keda gelê Tirk di avakirina Komara Tirkiyê de hebû, ya gelê Kurd jî du qatê vê bû û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Bi hezaran girtiyên siyasî hene di zîndanên Tirkiyê de. Pêwîst e werin berdan. Eger pêvajo tenê ji aliyê PKK’ê ve were meşandin, dê tu guhertin çênebe û vegere, ji rewşa berê xirabtir be. Divê ne bi hişmendiya berê ya bi kuştin û komkujiyan, bi zagon û destûrên nû pêvajo were avakirin.”

Em di hemû şert û mercan de bi PKK ê re ne

Endama Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Rojîn Musa balkişand ser pêvajoya aştiyê ku bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin û di cîhanê de deng daye û wiha got: “Helwesta Kurdan her dem aştî ye û ev daxwaza me ye. Gelê Kurd tu car nebûye alîgirê şer, tenê ji bo parastina doz û netewa xwe serî rakiriye. Pêwîst e gelê Kurd xwedî li pêvajoyê derkeve. Em di hemû şert û mercan de bi PKK’ê re ne. Em bi danîna çekan jî bi PKK’ê re ne. Lê belê divê gav avêtin ne tenê yêk alî be û her tim di aliyê PKK’ê de gav bên avêtin. Dewleta Tirk jî divê li gor pêvajoyê guhertinan çêke. Ev 3 ê mehin tenê ji aliyê PKK’ê ve pêvajoya aştiyê tê meşandin, me tu guhertinên dewleta Tirk nedîtine.”

Pêwîst e helwesta dewleta Tirk zelal be û erka xwe bicîh bîne

Rojîn Musa diyar kir ku heta niha di mijara rêvebirina pêvajoyê de Tirkiye ne zelal e û helwesteke zelal diyar nekiriye. Rojîn bi bîr xist ku di rewşa Abdullah Ocalan de jî ti guhertin çênekirine û ev yek jî di gelek mijaran de pirsan dike hişê meriv. Rojîn wiha got: “Em îro nikarin bêjin bi danîna çekan re çareserî bipêş ket, ji ber ku yek alî ye. Pêwîstî pê heye ku di vê pêvajoyê de, helwesta dewleta Tirk zelal be û erka xwe bicîh bîne. Em wek gel amade ne ku bi her awayî ji pêvajoyê re pêşengtî bikin û xwedî lê derkevin. Lê divê tenê ew bar li ser milê Kurdan nemîne.”

Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve

Rojîn destnîşan kir ku ger guhertinek hebe dê li Rojhilata Navîn hemû bandor bike û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ew pêvajo ne tenê di navbera PKK û dewleta Tirk de ye, dewletên nawnetewî di hemû aliyan de xwedî rol in di ber pêvajoyê de. Heta niha PKK’ê gav avêt. Eger ji vir û şûnde dewlet erka xwe pêk neynin û tunekirina me gelê Kurd bixwazin jî, em her dem amade ne heta dawî berxwedanî bikin û xwedî li doz û neteweya xwe derkevin.”