‘Divê dewleta tirk ji bo aştiyê gavan bavêje’
Dayîkên pakrewanên di şer de jiyana xwe ji dest dane, diyar kirin ku pêkhatina 12’emîn Kongreya PKK’ê erênî dibînin û gotin ku divê her kes xwe ji bo vê pêvajoyê berpirsyar bibîne.

PELÎN NÛPELDA
Qamişlo – Li ser “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27`ê Sibata 2025’an de hatibû kirin, pêvajoyeke nû destpê kir. Li ser vê bangê jî, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di navbera 5-7’ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn weke gaveke dîrokî li darxist û encamên wê bi raya giştî re hatin parvekirin.
Dayîkên pakrewanên azadiyê yên bajarê Dêrika Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî lidarxistina Kongreya PKK’ê û encamên wê ji ajansa me re axivîn.
Fatimê Hemîd got ku ew Kongreya 12’emîn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya şehîdan û malbatên wan pîroz dikin û wiha berdewam kir: “Lidarxistina wê Kongreyê, bi saya ked û tekoşîna Rêber Apo ya bi salan û fikir û felsefeya wî pêk hatiye. Dema ku kongre dihat çêkirin, topbaran li ser wan hebûn. Gerîla li çiya şer dikin ji bo azadiya welatê xwe û nasnameya xwe ne. Rêber Apo li ser banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ pêvajoyeke nû li Kurdistan û Tirkiyeyê da destpêkirin. Ji bo ku êdî şer were sekinandin û xwîn nerije vê bangê kir.”
‘Divê dewleta Tirk jî gavan bavêje’
Fatimê Hemîd biryardariya xwe anî ziman û wiha got: “Em jî wek dayîkên şehîdan, li ser şopa Rêber Apo ne. Fikir û felsefeya Rêber Apo û PKK’ê, li tevahiya cîhanê hatiye belavkirin. Fikir û felsefeya PKK’ê, her kesî di nav xwe de qebûl dike û her tim ji bo aştî û azadiya gelan têdikoşiya. Ne tenê ji bo gelê Kurd bû. Divê niha dewleta tirk gavan ji bo aştî ê demokraasiyê bavêje. Divê êdî dewleta Tirk jî gavan bavêje û destê Rêber Apo bigre. Ev tenê PKK’ê eleqedar nake, divê her kesê ku ji bo azadî û aşitîyê dixebitin, xwe berbirsyar bibînin. Êdî li Rojhilata Navîn em naxwazin şer hebe. Dema sekinandina şer hatiye. Wek dayîkên şehîdan, me perçeyek kezeba xwe daye. Em naxwazin kesekî din bide. Barê aştiyê giran e û divê her kes xwe berpirsyar bibînin.”
‘Em aştî daxwaz dikin
Qanîya Ebdulkerîm Hacî jî destnîşan kir ku wek dayîkên şehîdan aştiyê dixwazin û wiha pê de çû: “Em naxwazin êdî xwîn were rijandin. Ew bi dehan car in Rêber Apo dest bi pêvajoya aştîyê dike, lê belê dewleta Tirk gavan navêje. Heta niha jî, li ser gerîla topbaran heye. Em aştî û biratiya gelan dixwazin, ne şer. Dema ku em dibêjin emê çek deynin, divê şertê me bên qebûlkirin. Ev 50 sal in em şer dikin û bi hezaran şehîdên me hene. Wek dayîk, em li pey doz û xwîna zarok û şehîdên xwe ne.
‘Divê her kes gav bavêje’
Qaniya Ebdulkerîm Hacî anî ziman ku ew alîgirên şer nînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê dewlet mafê me bide me. Em wisa tu carî qebûl nakin. Em tu carî ne alîgirên şer û kuştinê ne. Dema ku gavên pêwîst werin avêtin, êdî kezeba tu dayîkan nayê şewitandin. Tu dayîk hez nakin xwîn were rijandin. Lidarxistina Kongreyê em gelekî baş dibînin. Ji ber ku gelek tişt divê werin zelalkirin û her kes bi ziman û nasnameya xwe li welatê xwe bijî. Em wek gel yek in û alîgirên aştiyê ne.”