‘Divê aktîvîsta Tûnisî Saadia Mosbah tavilê azad be’
Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê di çarçoveya çalakiyên 8’ê de ji bo piştgiriya çalakvana mafên mirovan Saadia Mosbah çalakiyek hevgirtinê li dar xist û daxwaza serbestberdana wê ya tavilê kir.
ZIHÛR MEŞREQÎ
Tûnis – Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê duh çalakiyek ji bo ku piştgiriyê bide çalakvana mafên mirovan û seroka komeleya "Mnamti" Saadia Mosbah li dar xist. Saadîa, bi têkoşîna xwe ya li dijî nijadperestiyê û parastina mafên koçberên ji welatên Afrîkaya Sahrayê yên li Tûnisê tê nasîn. Komeleya wê paşê hate hilweşandin, di heman demê de Saadia Mosbah ji 6’ê Gulana 2024’an vir ve, bi hinceta çalakvaniya xwe ya sivîl, girtî ye.
Beşdaran hevxemiya xwe ya bê şert û merc bi girtiya siyasî Saadia Mosbah û hemû girtiyên jin ên wijdanî yên ku ji ber helwestên xwe yên siyasî di zindanan de ne, anîn ziman.
Beşdaran, daxwazên xwe ji bo serbestberdana wê û li ber çavan girtina rewşa wê ya tenduristî û mirovî ji nû ve anîn ziman.
Her wiha wan girîngiya hevgirtinê di redkirina nijadperestî û binpêkirinên ku Saadia Mosbah di girtîgehê de rastî wan tê tekez kirin. Beşdaran destnîşan kirin ku rewşa wê ji bo azadkirina wê piştgirî û hevgirtinê heq dike.
‘Bê delîlên berbiçav hatiye girtin’
Parêzera çalakvan Saadia Mosbah, Mounîa El Abêd got ku tîma parastinê hewlên xwe yên qanûnî ji bo serbestberdana muwekîla wê didomîne. Mounîa, got: ku tevî tiştê ku wê wek "zilm" bi nav kir ku ew pê re rûbirû ye û destnîşan kir ku di dosyeya dozê de ti delîlên berbiçav tune ne ku piştgirî bidin sûcdariyên giran ên li dijî Saadia Mosbah.
Mounîa El Abêd tekez kir ku pêwîst e rewşa tenduristiyê û temenê wê yê pîr wek pêşîniyên mirovî û yasayî were hesibandin. Mounîa hêviya xwe ya berdewam ji bo vegera azadiya xwe û ji bo berdewamiya "berxwedana yasayî" bi rêya tîmê parastinê da ku tohmetên li dijî wê red bike û bêgunehiya wê îspat bike, anî ziman.
Li benda serbestberdanê ne
Mounîa El Abêd bingeha darayî ya ku tohmetên li dijî komeleya "Manamati" li ser wan hatine avakirin pirsî û wan wekî "tohmetên cidî yên ku rastiyê nîşan nadin" bi nav kir. Wê zêde kir ku tîma parastinê di 10’ê Adarê de li pêşberî dadgehê derketiye da ku biryara daîreya îdianameyê ya ku muwekîla wê şandiye dadgehê li ser wan tohmetan îtîraz bike. Mounîa tekez kir ku bi hêviya serbestberdan û darizandina wê dema ku ew azad e, ew li benda biryarê ne.
Komîsyonê di argumana xwe de li ser pêwîstiya çareserkirina rewşa yasayî ya Saadia Mosbah jî sekinî û bingeha yasayî ya berdewamiya girtina wê tevî derbasbûna dema yasayî ya destûrdayî ji bo girtinê li gorî şertên madeya 88-an Mounia El Abêd pirsî. Mounîa, ew wek binpêkirina prosedurî hesiband ku serbestberdana wê ya tavilê hewce dike.
’Mafên jinan ji mafên gerdûnî û mirovan nayên veqetandin’
Mounia El-Abêd da zanîn ku çalakiya hevgirtinê ne tenê ji bo piştgiriya Saadia Mosbah ye, her wiha armanc ew bû ku hişmendiya raya giştî li ser giraniya rewşa wê ya mafên mirovan bilind bike û daxwaza beraeta wê tekez bike. Mounîa destnîşan kir ku ev bûyer ku bi Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re hevdem bû, pirsên lezgîn li ser kêmbûna mafên jinan û wekheviya rastîn li Tûnisê derdixe holê, "ku mafên jinan ji mafên gerdûnî û mirovan nayên veqetandin.”
‘Parastina çalakvanan beşek yekgirtî ya parastina azadiya derbirînê ye’
Mounîa El Abêd gotinên xwe bi balkişandina ser diyardeyek nîgeranker a têkildarî zêdebûna leza dozên qanûnî yên ku jinên çalak di karên sivîl û komeleyan de hedef digirin bi dawî kir. Mounîa got ku, ji ber ku darizandina jinan ji ber nerîn û helwestên wan gihîştiye astên ku "ji sînorên maqûl derbas bûne", ji ber ku parastina çalakvanan beşek yekgirtî ya parastina azadiya derbirînê û çalakiya sivîl li Tunisê ye.