Dîmenên muhîmatên di gova malbata Narîn Guranê de hatibûn dîtin derket holê
Li Amedê di dema xebatên lêgerînê de wêne û dîmenên bi sedan muhîmata di gova malbata Narîn Guranê de hatibûn dîtin derketin holê.
Navenda Nûçeyan- Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî yên girêdayî navçeya Rezan ya Amedê winda bûyî û di 8’ê Îlonê de cenazeyê wê hatî dîtin, doza der barê qetilkirina wê de hatî vekirin berdewam dike.
Danişîna ewil a doza ku li 8’yemîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê der barê dayik Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar bi sûcdariya “Bi awayekî komî zarokek biqesdî qetil kirine” bi daxwaza cezayê muebeda girankirî hatî vekirin di 7’ê mijdarê de hate dîtin.
Di pêvajoya lêpirsîna derbarê qetilkirina Narîn Guran de wêndeyên derbarê muhîmatên çek yê ketiye rojevê di çapemeniyê de teyîsî. Li gorî nûçeya Sozcuyê, hat ragihandin ku di lêgerînên ji bo dîtina Narîn li derdora malê û govê hatine kirin de, di dema xebatên ji alyê tîmên janderme û komanda hatî meşandin, gelek çekên di govê de veşartî hatin dîtin.
400 keleşnîkof
Di gova mala Narîn Guran lê jiyan dikir de 400 çekên AK-47 keleşnîkof hatin dîtin. Hat diyarkirin ku ji bo gule pas negirin û oksît nebin bi paçekî hatine pêçan, piştre ji bo cebilxaneya taybetmendiya xwe winda neke di nava qutiyên kremaya fistikê, beşek jî di nava qutiya salçeyê ya plastîk û beşek din jî di nava torbeyên arê spî de hatine veşartin.
Lêpirsîna der barê çekan de
Hate diyarkirin dest hatiye danîna ser muhîmatên di govê de, der barê muhîmatên ku hatiye tesbîtkirin qaçaxin, derheqê endamên malbatê de ji sûcê zagona çekê ya hejmar 6138 maxalefet kirine de lêpirsîn hatiye destpêkirin.