Dîmenê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan hat weşandin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah bi dîmen bangeke dîrokî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Baweriya min bi hêza aştiya civakî û siyasetê tê, ne bi çekê. Û ez bang li we dikim ku vê rêgezê bixin meriyetê."

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangekî dîrokî kir. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenê banga dîrokî weşand. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî di banga dîrokî de li cem Abdullah Ocalan bûn.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:
“Hevrêyên hêja
Tevgera me ya ku xwe dispêre hevrêtiya komunalîst, di rewşa xwe ya heyî û pirsgirêkên ku dijî de, têkildarî rêyên çareserkirina pirsgirêkan, dûbare be jî ez ê bi namekeyeke berfireh û şênber, bersivên afirîner bidim we û vê yekê jî weke erkeke ehlaqî dibînim.
Di 27’ê Sibata 2025’an de min banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û ez hê jî vê bangê diparêzim. Di Kongreya 12’an a Fesihkirina PKK’ê de we bi berfirehî û awayekî pozîtîf bersiv da û ez vê helwesta we weke bersîveke dîrokî dinirxînim.
Divê rewşa heyî weke encameke dîrokî û hêja bê dîtin. Di vê navberê de keda hevalên ku bi rola pireyê rabûne jî ewqas hêja û bi qîmet e.
Dawiya hemû pêşketinên rû dan bi qasî ku veguhertineke dîrokî be, min Manîfestoya Civaka Demokratîk amade kir. Ev manîfesto, wek serkeftina manîfestoya “Rêya Şoreşa Kurdistanê’’ ya 50 salî ye. Ne tenê ji bo civaka Kurd a dîrokî, her wiha ez bawerim ku ji bo herêm û hêzên civaka gerdûnî jî xwedî heman naverokê ye. Ti fikarên min tinene ku ev yek mînakeke serkeftî ya kevneşopiya manîfestoya dîrokî ye.
‘Qonaxa heyî me neçarî derbasbûna gavên nû yên pratîk dike’
Dikarim eşkere bêjim, ev pêşketin encama hevdîtinên ku min li Îmraliyê pêk anîn e. Ji bo ev hevdîtin li ser esasê îradeya azad pêk werin hewldan di asta herî jor de hatin nîşandan.
Qonaxa heyî me neçarî derbasbûna gavên nû yên pratîk dike. Ev qonax û gavên wê yên pêwîst xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Ji bo were fêmkirin û li gorî wê dilsozî bê nîşandan, elzem e ku em pêşde biçin.
Tevgera PKK’ê ya xwe dispart bidawîkirina înkara hebûnê û avakirina dewleteke cûda, stratejiya şerê rizgariya netewî hatiye bidawîkirin. Hebûn hate naskirin, lewma armanca sereke jî pêk hatiye. Ji ber vê, qewlê xwe temam kir. Ji derveyî vê rewş weke dûbarekirin û xetimandin hate nirxandin. Wê dûbarekirin û xitimînê rû bide. Li ser vî esasî wê rexne û xwerexnekirinên berfireh dewam bikin.
Ji ber ku siyaset valabûnê qebûl nake, divê stratejiya bernameya bi sernavê Aştî û Civaka Demokratîk ‘siyaseta demokratîk’ weke taktîkeke bingehîn bi hiqûqeke hevgirtî were dagirtin. Di wateya dîrokî de em behsa pêvajoya diyarkirina qederê dikin.
Di rewşa heyî de danîna çekan bi dildarî û li ser hîmê hiqûqê, xebata avakirina komîsyoneke berfireh û erkdar li nava Parlementoya Tirkiyê girîng e. Şert e ku gavên werin avêtin bi hesasiyet bin û ji mantiqê teng dûr bin. Ez dizanim ku gavên bêne avêtin wê vala neçin. Ez vê samîmiyetê dibînin û bawer dikim.
Lewma hewl tên dayîn ku derî bên vekirin û gavên pratîkî yên berbiçav bên avêtin. Fikrên ku ji aliyê min ve hatine pêşxistin weke sernav ev in;
Bicihanîna berpirsiyariyê ji aliyê herkesî ve û pêkanîna armanca Aştî û Civaka Demokratîk, tenê bixwegihandina perspektîfa entegrasyonalîsta pozîtîf pêkan e. Ji hemû tiştên hatine gotin, encama ku derdikeve: PKK’ê dest ji armanca avakirina netew dewletê berdaye, bi vê yekê re jî dest ji stratejiya şer jî berdaye. Ango dawî li hebûna xwe anîye. Di qonaxa heyî ya dîrokî de bendewarî hene ku ev rewş hê ber bi pêşdetir ve were birin.
‘Avakirina mekanîzmeya berdana çekan wê pêvajoyê pêş de bibe’
Ji bo em xebatên meclîs û komîsyonê bi wate bikin, her wiha ji bo em fikarên raya giştî ji holê rakin, di çarçoveya sozên me dayî de divê berdana we ya çekan ji aliyê deverên pêwendîdar û raya giştî ve bi awayekî xwezayî were pêşwazîkirin. Avakirina mekanîzmaya berdana çekan wê pêvajoyê pêş ve bibe. Ev wê bi dildarî bibe bidawîkirina şerê çekdarî û derbasbûna qonaxa hiqûqî û siyaseta demokratîk. Ev ne têkçûn e, berovajî divê weke serkeftineke dîrokî were nirxandin. Têkildarî berdana çekan wê rê û rêbaz bêne nîşandan û bi lezgînî werin pratîzekirin.
DEM a ku di bin sîwana parlementoyê de ye, wê tevî partiyên din ji bo ev pêvajo biserkeve erka ku bikeve ser milê xwe, bicîh bîne.
Di vê navberê de, ji bo mijara azadiya min ku weke şert di hemû metnên biryaran de hatiye diyarkirin dibêjim, hun dizanin ku min ti carî azadiya xwe ya şexsî nekiriye pirsgirêk. Di maneya felsefî de jî azadiya şexs nabe ji civakê were cûdakirin. Bi azadiya şexs civak û bi azadiya civakê jî şexs dikare azad bibe. Wê bi dilsozî pêwîstiya vê rastiyê pêk were.
Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgezê pratîze bikin.
Rojên dawî bûyerên ku li herêmê pêk tên, girîngî û lezgîniya vê gava me a dîrokî eşkere piştrast dikin.
Têkildarî vê pêvajoyê, ez bi kelecan li benda her cûre rexne, pêşniyar û piştgiriya we me.
Ev nîqaş li tevahiya welat, herêm û li ser asta gerdûnî nîşan me dide ku Hêzên Modernîteya Demokratîk dibin xwedî bernameyeke teorîk û dighêjin qonaxeke nû ya stratejîk û taktîkî. Ji niha ve diyar dikim, ez di nava hewldanên amadekirinê de me û bi xweşîbînî dikarim bêjim ku ez bi kelecan û biryar im.
Banga min ji bo dema pêş, li ser esasa biryarên kongreyê û herî dawî nêrîn û pêşniyarên ku min di vê nivîsê de anîne ziman, em pêş de herin û encamên serkeftî bidest bixin.
Di nava silav, hezkirin û hevrêtiyeke bê dawî de bimînin.
19’ê Hezîrana 2025’an
Abdullah Ocalan”