Cadeya El Quwet: Nîşaneya çanda Reqayê
Cadeya El Quwet a li bajarê Reqayê, kurteçîrok û çîrokên dîrok û çanda herêmê di kolanên xwe de dihewîne.

NUR EL-AHMED
Reqa – Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cadeya El Quwet an jî bi navê xwe yê herêmî Cadeya Şawaya, di navbera kolanên bajêr ên Reqayê de cîh digre. Ji destpêka sedsala 20’an vir ve mîrateyek gel a kûr e ku dîroka bajêr û gelê herêmê bi awayekî şênber nîşan dide.
Di nava dîmenek bi bandor û balkêş de, melodiyên jiyana rojane, li Cadeya El Quwet an jî Cadeya Şawaya bi demê re di nava ahengê de berdewam dike û şopa dîrok û çanda bajarê Reqayê hildigre. Kesên ku li ser cadeyê digerîn û dibînin, ber bi kûrahiya dîrokî ya bajêr ve bi rê dikevin û bi saya xemilandinên li ser dîwar, dîroka kevnar a bajêr ji nû ve keşif dikin. Her quncikek, çîrokên ku helbestvan û nivîskaran vêdibêje, ji nû ve zindî dike.
Bi demê re navê wê hat guherandin
Cîgira Saziya Çand û Berhemên Kevin Wissam Al-Basha, derbarê dîroka Cadeya El Quwet de wiha axivî: “Ev cade dighîje sedsala 19'an. Ji ber ku demên berê li vir bazara ajalan hebû û niştecihên girêdayî qebîleyên ku ev nav hildigirtin hebûn, navê wê yê kevin, Şawaya bû.” Wissam, diyar kir wateya peyvê sembola merdî û mêrxasiya gelê Reqayê ye û wiha got: "Bi demê re bi navê Serokkomarê ewil ê Sûriyeyê Şukrî El-Quwetî hat pênasekirin.”
‘Cadeya El Quwet ji bo gelê Reqayê jêneger e’
Wissam Al-Basha, derbarê girîngiya dîrokî ya cadeyê de jî wiha axivî: “Tevî ku şerên bi bandor li Reqayê çêbûn jî, Cadeya El Quwet jî nû ve derket pêş. Îro ji bo gelê Reqayê cadeyekî hemû pêdiviyên xwe dabîn dikin û jêneger tê qebûlkirin. Ev cade, heta niha jî dîroka çandî ya kevnar û xweser a bajer dijî û mîna bîreke zindî ya mîrateya gel hebûna xwe didomîne.”
‘Tiştên ku nasnameya gelê Reqayê nîşan didin jî cih digirin’
Wissam Al-Basha, têkildarî çand û mîrateya gelê Reqayê de jî got ku li dikanan cil û bergên kevneşopî yên mêran tên firotin; ev cil û berg ji aliyê gelê Reqayê ve bi hiriyê û hostekî hatiye çêkirin. Wissam derbarê van berheman de agahî da û wiha got: “Her wiha şaşik û kefiyên nasnameya gelê Reqayê nîşan dide jî cih digrin. Ev tişt hê wekî kevneşopiyek ji aliyê ciwanan ve derbasî nifşên nû dibe, tê bikaranîn.”
Wissam Al-Basha, diyar kir ku beşek aydê cil û bergên jinan jî heye û wiha axivî: “Li vir cil û bergên kevneşopî yên ji bo jinan bi hêvrişmên rengîn hatiye çêkirin jî cih digre. Her wiha ji bo jinan kefî û kember jî tên dîtin.”
Berhemên xwezayî
Wissam, der barê beşa xwarin û malzemeyan de jî ev agahî dan:“Bazar ji bo kesên ku dixwazin berhemên şîr bikirin, qadek taybet pêşkêş dike. Gelê ku ji herêmên gundewar û gundên cîran tên, penîr, rûnê nivîşk, mast û zeytûn tînin û difroşin. Her wiha malzemeyên zivistanê û riçalên cûrbecûr jî tên firotan.”
Biharat û nebatên xwezayî
Wissam Al-Basha, balkişand ser biharat û nebatên xwezayî û wiha got: “Dikanên biharatan li beşa ewil a bazarê cîh digrin û li vir nebatên tibî, rûnên xwezayî, xurme û parfûm û hemû cûreyên biharatan cîh digrin. Her wiha nebatên biyanî û xwezayî yên ji bo nexweşiyên cuda tên bikaranîn jî tên firotin.” Wissam destnîşan kir ku Reqa wekî dîrokî her tim bi karkeriya xwe ya dest û sifir navdêr bûye û wiha pê de çû; “Di vê demê de gelek berhemên aydê hunera çanda Ereb dihatin çêkirin û bi gravûrên tevlîhev dihat xemilandin. Her wiha qab û fincanên qehweyên telf a ji bo qehweya Ereb a navdar dihat bikaranîn jî, sembolên vê demê ne.”
Dikanên amûrên muzîkê
Her wiha Wissam Al-Basha, balkişand ser taybetmendiya din a bazarê û wiha axivî: “Dikanên amûrên muzîkê yên rojên taybet ên wekî dawet û şevbêrkan tên bikaranîn jî hene. Tevî pêşketina amûrên muzîkê jî, ev çand û kevneşopî hê di çanda gelê herêmê de cîh digre. Gelê Reqayê di konan de dijî û xwedî li vê mîrateyê derdikeve. Li Cadeya El Quwet dikanên ku mehfûrên kevneşopî û qumaş difroşin hene. Konên gel, bi keda destan a jinan hatiye xemilandin.”
Hemû taxên Cadeya El Quwet hatine xemilandin
Wissam Al-Basha, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her taxek cadeyê çîrokên cûda hildigre û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev cade mîna taxa Abdul Selam El-Ajilî ye, gelek taxên ku bi mîmartiya xwe ya kevn tên naskirin jî digre nava xwe. Ev tax, bi perçeyên arkeolojîk, cil û bergên gel û kevirên mîrateya dîrokî ya Reqayê zindî dike, hatiye xemîlandin.”