‘Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike’
Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku dibe şandeyeke ji komîsyonê hefteya pêş bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Di mijara guhdarîkirina birêz Ocalan de nêrîneke hevpar heye.”

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bi saziyên ziman re civînek li dar xist. Di civînê de nêrîn û pêşniyarên têkildarî pêvajoyê hatin guhdarîkirin da ku ji Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê re bên ragihandin.
Hevberdevka Konreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş a di bernameyê de axivî, da zanîn ku dê nêrîn û pêşniyarên tên kirin bikin rapor û pêşkeşî komîsyona li meclisê bikin. Meral Daniş Beştaş, got: “Divê zimanê Kurdî bêyî hincet di rojeva komîsyonê de cih bigire. Destûr nedan axaftina Dayikên Aştiyê. Em vê rewşê qebûl nakin. Heta niha 11 civîn hatine kirin û hêj jî li pêşniyaran tê guhdarîkirin. Hêj li saziyên Kurdan nehatiye guhdarîkirin. Dê di hefteya pêş de li saziyên zimanê Kurdî bê guhdarîkirin.”
‘Ziman, mijara me ya sereke ye’
Di berdewamê de Meral Daniş Beştaşê ev tişt anî ziman: “Zimanê dayikê ji bo me her tim sedema hebûnê ye. Jiyaneke bêziman nabe. Dema bi ziman nehat axaftin, dema nebû zimanê perwede û wêjeyê, ew ziman tune dibe. Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û divê zimanê me were qebûlkirin û di qanûnan de cih bigire. Ziman, mijara me ya sereke ye. Bi dehan salane ye ji bo ziman têkoşînek tê dayin, bi hezaran kesan di vê rêyê de canê xwe da.
Em wisa texmîn dikin ku dê hefteya pêş şandeyeke ji komîsyonê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Nekirina hevdîtina bi birêz Ocalan re, ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Me li gelek tecrûbeyên cîhanê nihêrt û li akademîsyenan guhdarî kir. Nêrîneke hevpar heye ku dibêje divê bi birêz Ocalan re hevdîtin were kirin. Divê perwerde bi zimanê dayikê be, zimanê dayikê di qada cemaweriyê de bê bikaranîn û astengiyên li pêşiya vê bên rakirin.”
Civîn, piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.