Di Tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha Tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya di meha Tebaxê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû dane ragihand. Di meha Tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Di çeteleyê de bal lê hat kişandin u tundiya li dijî jin û zarokan bi awayekê pergalî zêde bûye û hat destnîşankirin ku bêcezatiya di darazê de yek ji sedemên bingehîn a zêdebûna tundiyê ye.

Kiryar yê herî nêzîk e 

Berpirsiyarên komkujiyan bi piranî ji derdorên herî nêz in. Li gorî vê yekê 6 jin ji aliyê mêrên ku pê re di nav têkiliyan de ne, 8 jin ji alyê mêrên ku bi wan re zewicî ne, 1 jin ji alyê mêrê neviyê wê ye, 1 jin ji alyê mrên ku jê veqetiyaye, 4 jin ji alyê mêrê ku di pêvajoya berdanê de bûn, 3 jin ji alê mêrn ku xizmên wan bûn, 1 jin ji aliyê mêrê ku jê veqetiyay e, 1 jin jin ji aliyê mêrê ku bi mahra olî pê re zewicî ye, 1 jin ji aliyê mêrê ku bavê wê ye, 4 jin ji aliyê mêrê ku nasê wanin ve û  jinek jî ji aliyê mêrê ku birayê wê ve hatin qetilkirin.

Di meha Tebaxê de li van bajaran jin hatin qetilkirin: 1 li Antalya, 1 li Denizli, 2 li Enqere, 1 li Sêrt, 3 li Konya, 1 li Samsun, 2 li Afyon, 2 li Mersîn, 2 li Stenbolê, herwiha li Rihayê 2, li Tekirdagê 1, li Muglayê 1, li Îzmîrê 2, li Zonguldakê 1, li Giresunê 1, li Eskîşehîrê 1, li Hatayê  1, li Trabzonê 1 û li Edeneyê jî jinek hatin qetilkirin.