‘Di şerê Îsraîl û Îranê de zêdetir jinan zirar dît’

Rojnamevan Bêrîvan Şaho diyar kir ku di şerê Îsraîl û Îranê de 40 jin bûne hedefa êrîşan û 18 jinên 18 salî bi hincetên cuda hatine girtin. Bêrîvan Şaho got: “Di şerê Îsraîl û Îranê de zêdetir jinan zirar dît.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ku di 13’ê Hezîranê de dest pê kir, 12 roj domiya. Piştî 12 rojan agirbest hat ragihandin.

Rojnamevan Bêrîvan Şaho  têkildarî şerê îran û Îsraîlê û bandora wê li ser gelan bi taybetî jinan nirxandin kir. Bêrîvan Şaho anî ziman ku di vê pêvajoya êrişan de polîtîkayên zextê yê li hemberî jinan zêde bûye û got: “Qurbaniyên van êrîşan gel, jin û zarok in. Ji ber ku êrîşên hewayî bûn, bi riya balafirên bê mirov û fuzeyan êrîşî hev kirin. Di encamê de gelek kesên sivîl hatin kuştin. Bi taybetî li gorî daneyên ne fermî ku li Îranê hatine belavkirin, heta niha zêdetirî 40 jinan di êrîşên Îsraîl û Îranê de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha zêdetirî 30 zarok di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Hejmara birîndaran jî nayê zanîn. Di encama van êrîşan de hejmarek sivîlên ji herêmên cuda yên Îranê malên xwe terikandin.

‘Di şerê Îsraîl û Îranê de zêdetir jinan zirar dît’

Li Îranê jin beriya vî şerî û piştî vî şerê jî hedef bûn. Li gorî daneyan zêdeyî 500 kes hatine girtin û piranî ji wan jin in. Di êrîşan de 30- 40 jin bûn hedefa êrîşên rejîma Îranê. Ji ber wê dîroka Îranê bi kuştina mirovan dagirtî ye. Îran siyaseta xwe di nava civakê de zêdetir ferz dike. Mixabin niha em dibînin jin di rewşeke wisa de dijîn ku karên ne li gorî xwe dikin. Ji ber wê di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin jin û zarok dibin qurbaniyên sereke yên êrîşên derve û navxweyî.”

Bêrîvan Şaho da zanîn ku di hemû qonaxan de rejîma Îranê ji bo dengê bilind dibe bitepesîne serî li hemû rêbazan dide û wiha domand: “Dîroka Îranê hedefgirtina kesên muxalif bi taybetî çalakvanên siyasî didomîne. Her wiha bi hezaran kes di vê çarçoveyê de hatin girtin. Ji ber wê bêguman di van êrîşan de ji destpêkê ve dest bi girtinê kirin. Di rojek de 18 zarokên keç ên 18 salî, ji ber dîmenê êrîşên Îsraîlê yên li ser medyaya dîjîtal belav kirin hatin girtin. Niha ji ber sûcên li dijî qaşo ewlehî û alîkarîdayînê, girtina mirovan di asteke metirsîdar de ye. Di rojên borî de 18 kes li cihekî bi hev re hatin girtin. Ev êrîş ji bo vê rejîmê bûne hincet. Di rojekê de 3 kes ji ber sûcên alîkarîdayîna Îsraîl û sîxurtiyê hatin darvekirin. Lê belê di vir de divê rejîm xwe lêpirsîn bike. Bi dehan endamên wan ên payebilind ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin.”

‘Zirar gihîşt girtiyên siyasî’

Bêrîvan Şaho di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dikarin bibêjin li ser girtiyên siyasî metirsî heye. Me dît di dawiya roja êrîşan de li dijî girtîgeha Evînê êrîş çêbû. Bi dehan girtî li wir birîndar bûn. Ji ber tunebûna malzemeyên tenduristiyê, birîndar nehatin dermankirin. Piştî wê jî girtiyan sewqê girtîgeha Qerçek a Urmiyeyê kirin. Girtîgeheke wisa ye ku gelek xirabiyên rejîma Îranê bi taybetî ji bo girtiyên siyasî lê heye. Niha dizanin hemû kesên ku li dijî rejîma Îranê derdikevin û cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn li wê girtîgehê dimînin. Her wiha heta niha nûçeyek rast û dirust derbarê rewşa van girtiyan de nehatiye girtin. Bêguman ev yek jî metirsiyê zêdetir dike. Ji ber wê divê malbat û kesûkarên girtiyên siyasî û kesên li dijî rejîmê dengê xwe nakin li hemberî vê rewşê dengê xwe bilind bikin, da ku bikaribin agahî ji rewşa girtiyên siyasî bigrin.”