'Di parastina Bendava Tişrînê de jin bûn sembola berxwedan û fedakariyê'
Ger baweriya bi dozê ya kesên tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bûn nebûya dê tu carî bi serkeftin bi encam nebûya. Jinan bi hêviyên xwe nobedariya Tişrînê kirin û nîşan dan ku deng û hebûna jinan ruhê şoreşê bi xwe ye.
ESMA MUHEMED
Qamişlo – Salek berê rejîma Sûriyeyê hilweşiyabû, dûre li dijî Sûriyeyê êrîşên ji derve dest pê kiribûn. Hewl dabûn axa welatê ku ji ber şer wêran bûbû perçe bikin. Ji başûr êrîşên Îsraîlê zêde bûbûn, li Bakur êrîşên dagirkeriya Tirk dijwartir bûbûn û hedefa esasî Bendava Tişrînê ya xwedî asta stratejîk bû. Beramberî vê, hemû gelên li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê; ji bo parastina bendavê û destek bidin hêzên leşkerî yên li dijî êrîşên hovane yên çeteyan şer dikirin berê xwe dan Bendava Tişrînê. Di berxwedana ku bi mehan domiya de; di bombebaranên dagirkeriya Tirk de gelek kesên sivîl û rojnameger bûn hedef. Jinên ku şahidî ji berxwedana Bendava Tişrînê re kirin, ji ajansa me re behsa wan rojan kirin. Yek ji wan Îbtîsam el-Huseyîn, got ku wê şahidî ji hevgirtina hemû gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re kiriye, kesên ku di bombebarana dewleta Tirk de bûn hedef bi bîr anî û got:
“Em şehîd Menîca Heyder Bavê Teyar Bavê Kêfo û hemû kesên li derdora Bendava Tişrînê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin. Em çi bibêjin, têra vegotina wê berxwedana dîrokî nake. Tişta ku gel di dema berxwedana Bendava Tişrînê de jiya, mirov nikare xeyal bike; mirov nikare bawer bike. Êş bi berxwedanê, tirs bi îradeyê, serkeftin bi biryardariya daîmî di nava hev de bûn.”
‘Armanca wan yek bû’
Îbtîsam wiha domand: “Gel wan rojan bi dest da hev. Her kes xwedî rengê cuda bû lê armanc yek bû. Ji bo ku bendavê ji êrînên bênavber ên dagirkeriya Tirk biparêzin, bi şev û roj nobet girtin. Bi vê yekê gel bi ruhê fedakarî, tirs û mirinê ji ser xwe avêt û bi dengekî got; ‘Em ji mirinê mezintir in.’ Dema ku me berê xwe dida bendavê em dizanibûn ku dibe em venegerin lê me vê yekê bi zanîna fedabûna ji bo axa xwe dikir. Dema em digihîştin bendavê, me hîs dikir ku hêza me ji hemû gefan mezintir e lewre hemû kesên li wê derê bi destên hev girtibûn û bi dengekî diqîriyan.”
‘Gotinên şehî Cîhan Bîlgîn ji bo jinan bûn îlham’
Îbtîsam el Heyder da zanîn ku gel di berxwedanê de şopeke dawî hiştiye û medya di ragihandina rastiyan de roleke diyarker lîstiye. Her wiha got ku dagirkeriya Tirk li herêmê bi şerê taybet agahiyên derew belav dikir, tirsê çêdikir û îdia dikir ku bendav ketiye lê xebatkarên çapemeniya azad di refên pêş de, rastiyê radigihandin, dengê gel didan bihîstin, îsbat dikirin ku îradeya hatiye raberkirin dê tu carî neşikê.
Îbtîsam el Heyder wiha domand: “Gotinên şehîd Cîhan Bîlgîn îlham dan jinan û xebatkarên çapemeniyê. Çapemenî roleke girîng lîst, hewldanên avakirina tirsê di nava civakê de vala derxist. Berxwedan ji bo gel serkeftinek mezin bû, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi gel re modela parastinê ya bêhempa pêşkêş kirin. Bi saya vê hevgirtinê şerê taybet vala hat derxistin. Armanca dagirkeran ew bû ku derbe li îstîqrarê bidin, gumanan çêbikin û rastiyê berevajî bikin. Jin di navenda vê destanê de bûn, dayîk bûn, xwişk bûn, bijîjk û şervan bûn… Destekeke bêdawî dan û li ber çavên cîhanê, îsbat kirin ku di mercên herî zor de jî ew dikarin berpirsyariyê bigrin. Jinên extiyar jî di refên pêş de bûn. Me hemûyan sond xwaribû ku em ê heta dawî berxwedanê bidomînin. Me got ku em destûr nadin bostek ji vê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan were dagirkirin. Me got em li vê derê ne, em ê li vir bimînin, ji bo parastina axa xwe.”
Mîrasa berxwedanê
Îbtîsam el-Huseyîn bi peyamek ji bo nivşê ciwan wiha domand: “15 sal in sores didome; ji bo ku nifşê nû di nava huzûrê de bijî, bi hezaran kes şehîd bûn. Divê îro hemû ciwanên ku dixwînin, dixebitin, hildiberînin, dest bidin hev û xwedî li dîroka rast a ku şehîdan ji me re hiştiye derbikevin. Divê xwe bi mîrasê berxwedanê bigrin, li dijî dijminê ku hewl dide îradeya me bişkîne mil bi mil bisekinin.”
Îbtîsam el Huseyîn diyar kir ku berxwedan di bîra gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye xêzkirin û wih berdewam kir: “Ev berxwedan ji bo nifşê ciwan dibistan e; wan hînî fedakarî û wateya aîdiyetê kir. Em çiqas binivîsînin jî nikarin baş wan rojan vebêjin lewre tiştên li wê axê qewimîn, wisa zêde ne ku hevok têra wan nakin.”
Îbtîsam el Huseyîn gotinên xwe wiha bi dawî kir:
“Xwîna şehîdan a li Bendava Tişrînê rijiya mizgîniya serkeftinê bû. Dê bîranîna wan di Sûriyeya ku hemû pêkhate bi hev re dijîn, di her gava avakirina Sûriyeya rengîn de bijî bi dirûşma Jin Jiyan Azadî. Em dixwazin hemû gelên li Sûriyeyê bi hev re, bi îradeya hevpar a parastina axa xwe bijîn.”
Bendav tenê saziyeke avê nîn e
Rûdîn Îsa ya ku tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bûbû jî got ku bendav ne tenê saziyeke avê ye, bûye sembola berxwedan û îradeya gel û wiha domand: “Ev bendav, vebuherî qadeke ku nirxên mezin ên gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê lê ji ezmûnek derbas bûn. Kurd, Ereb, Suryanî… Ruhê şervan û sivîlan bû yek û vê peyamê da: Dê ev ax serî netewîne û îradeya azad tu carî neşikê. Bendavê şahidî ji yekîtiya hevgirtiyan re kir. Kurd û Ereb li hev bûn, li ba Suryaniyan bûn. Her kes bi beden û ruhek bû. Êdî nasnameyên etnîk cuda nebûn; lewre armanc yek bû; parastina axê, parastina dîroka ku bi hev re hatiye nivîsandin û bi dengekî çûyûna ber bi pêşeroja ku tê xeyalkirin ve. Bi berxwedana Bendava Tişrînê peyama ji dagirkeriya Tirk re ev bû: Ev ax, bêxwedî nîn e, gel yek e, perçe nebûye. Her neteweyek xwe dispêra ya din. Dilê wan bûye yek û gelên ku dilê wan bûye yek ji artêşan bi hêztir in, yekîtî ji hesin qewîtir e; berxwedana gel dibe kelehek ku naşikê.”
‘Ger fedakariya şehîdên me nebûya hêza me dernediket holê’
Rûdîn Îsa wiha domand: “Menîca Heyder hemû şervanan, jinan û gel weke malbata xwe didît. Ji bo ku derdorê biparêze bênavber xebitî; çi ji destên wê hat kir. Me soz daye e mê di riya şehîdan de biçin, mîrasa wan dewr bigrin, xeta parastina mafên mirovan û axê biparêzin. Menîca Heyder yek ji jinên welatparêz û zana bû. Bi rêgezên Abdullah Ocalan mezin bûbû. Dizanibû çawa hêzê bide jinan, moralê wan baş bike, çawa bibe alîkar ku xwe keşif bikin. Ez li ba wê bûm; min her dem îlham jê digirt. Em hîn bûn çawa bi zoriyan re derkevin serî, çawa jinan biguherînin. Wê li ber me hîn kir ku serkeftin bi sebir û kedê çêdibe. Nîşan da ku hevgirtina jinan ji tirs û bêhêvîtiyê mezintir e. Serkeftina me bi saya îsrar û înada wê bû lewre wê me hîn kir em çawa tirsê veguherînin cesaretê, qelsiyê vegherînin hêzê, bêhêvîtiyê veguherînin hêviyê.”
‘Li ber xwe bidin teslîm nebin’
Rûdîn Îsa, bang li jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: “Di her şert û mercî de destek bidin hev. Hinek kes hewl didin rola jinan biçûk bikin lê di divê her jin cihê xwe yê di nava civakê e bizanibe. Jinan li dijî dagirkeriyê bi berxwedana xwe û fedakariya xwe ya mezin îsbat kirin ku îrade tu carî naşikê. Ji malên xwe derbikevin, bixebitin, ji bo xeyalên xwe têbikoşin. Mafên xwe û rûmeta xwe biparêzin. Xwe bi hêz bikin, îradeya we çeka we ye. Her astengiyê veguherînin derfetê. Jin kirdeyên guherînê ne; perçeyek jêneger a têkoşînê ne. Hûn xwedî hêzeke wisa ne ku nabe hûn neyên dîtin. Bendava Tişrînê şahidê hêz û fedakariya jinan e. Em ê li vê derê bin; ji bo em îsbat bikin berxwedana esasî ne bi gotinan e, bi çalakî û biryardariyê ye. Îradeya gelên azad tu carî naşikê.”