Di navbera navçeyên Şemrex û Çinarê şewat: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Şeva borî nîvê şevê li herêma di navbera navçeyên Şemrex û Çinarê de şewat derket û li cihên niştecihbûnê belav bû, di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 jê giran 44 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Şewata ku di navbera 20 û 21’ê Hezîranê de ji ber sedemeke nediyar nîvê şevê li herêma navbera Şemrex a Mêrdînê û navçeya Çinarê ya Amedê derket, mezin bû û li cihên niştecihbûnê belav bû. Ji ber ku şewat mezin bû, gundiyan malên xwe terikandin, 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 jê giran 44 kes jî birîndar bûn. Gel û şaredariyan bi derfetên xwe agir vemirandin.

Maseya krîzê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat avakirin

Di daxuyaniya bi şev a li ser hesabê medyaya dîjîtal ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat dayîn de, hat diyarkirin ku di bin serokatiya Hevşaredar Dogan Hatun de maseya krîzê hatiye avakirin, şewata li herêma di nav sînorên Şaredariya Bajarê Mezin de hatiye kontrolkirin. Xebatên şaredarî û sarkirinê didomin.