‘Em ji Abya Yala hêviya xwe diparêzin, em hemû YPJ ne’

Li bajarê Cali ya Kolombiyayê, ji bo nîşandana hevgirtina bi YPJ’ê re çalakiyeke hat lidarxistin û tê de peyama “Em ji Abya Yala hêviya xwe diparêzin, em hemû YPJ ne” hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Kampanya piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re her ku diçe li her çar aliyên cîhanê deng vedide û rastî eleqeyek mezin tê.  Di vê çarçoveyê de jî li bajarê Cali ya Kolombiyayê çalakiya piştgiriyê hat rêxistinkirin. Di çalakiyê de peyama “Em ji Abya Yala hêviya xwe diparêzin, em hemû YPJ ne” mandala hat çêkirin.

Çalakî Li bajarê Cali ya Kolombiyayê li ser Girê Cross ku yek ji deverên dîrokî û geştiyariyê yê bajêr e hat lidarxistin.

‘Çandek pîroz û banga enerjiya erênî’

Mandala ku di çanda gelên xwecihî yê Kolombiyayê de cihekî girîng digire wekî afirandinên pîroz ku hêmanên xwezayê temsîl dikin tên zanîn û ji bo nîşandana spasdariya ji kozmosê re û bangkirina enerjiya erênî tê bikaranîn.

‘Banga parastin û piştgiriya YPJ’ê hat kirin’

Di çêkirina mandalayê de banga parastin û piştgiriya YPJ’ê hat kirin. Gelek kesên ku di rê de derbas dibûn eleqeya xwe nîşanî xebatê dan û li ser YPJ û kampanyayê pirs pirsîn. Organîzatoran destnîşan kirin ku mandala bêyî ku têk biçe heya roja pişt re jî ma û gelek kesan bi vê berhema hunerî re wêne kişandin.

‘YPJ mînakek girîng ya xweparastin û rêxistinkirinê ye’

Çalakî di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Em hemû YPJ ne” de hat lidarxistin. Çalakvanên ji Abya Yala (parzemîna Emerîkayê) yên ku beşdarî kampanyayê bûn destnîşan kirin ku YPJ ji jinên li herêmên cuda yên cîhanê re mînakek girîng a xweparastin û rêxistinkirinê ye.