Jinên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe bi YPJ'ê re ragihandin
Jinên ji Başûrê Kurdistanê, di nav de rojnamevan, çalakvan û parêzer, li ser tora dijîtal dîmenê biştgiriya bi YPJ’ê re parvekirin.
Navenda Nûçeyan – Piştgiriya bi YPJ’ê re her diçe berfireh dibe. Bi taybetî jî jinên Rojhilata Navîn hêza YPJ’ê weke hêza parastina tevahî jinan dibîne. Her wiha YPJ weke hêza jina ya rêxistinkirî û xwedî birdoziya azadiyê digrin dest. YPJ bi armanca nûnertiya tevahî jinan bike hatiye damezrandin lewra, xwedî derketinek li ser vê bingehê tê çêkirin.
Gelek jinên ji Başûrê Kurdistanê, di nav de parêzer, çalakvan û rojnamevan, bi riya dîmenên li ser tora dijîtal piştgiriya xwe ji bo YPJ'ê dubare kirine û tekez kirine ku YPJ hêza parastinê ya jinan û Kurdistanê ye û ji bo hebûn û nasnameya jinan têdikoşe.