Di navbera Hindistan û Pakîstanê de pevçûnên dijwar diqewimin

Rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê de bu sedema di navbera her du welatan de pevçûnên dijwar. Hate diyarkirin ku di van şeran de bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Hindistanê ragihand ku bi binpêkirina peymana agirbestê ya bi Pakistanê re, navçeyên Bhimber Gali û Poonch-Rajauri yên Keşmîrê bi topan topbaran kiriye. Li dijî van êrîşan di her du welatan de jî "bi awayekî rast û maqûl" bersiv hatiye dayîn. Di navbera şeran de Herî kêm sê balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Hindistanê hatin xistin.

Çavkaniyên ewlehiyê, ragihand ku xirbeyên her du teyareyan li Keşmîraya ku di bin serweriya Hindistanê ya din jî di herêma Pencapê de hatiye dîtin, derbarê rewşa pîlotan de hîna daxuyaniyek fermî nehatiye ragihandin. Rageşiya di navbera her du welatan de, ku piştî êrîşa bombeyî ya li herêma Keşmîrê ya Hindistanê di 22’ê Nîsanê de zêde bû, bi êrîşên mûşekî yên Hindistanê li ser "binesaziya terorîst" li axa Pakistanê zêde bû. Li hember van êrîşan, artêşa Pakistanê jî bersiv da.

Berdevkê Artêşa Pakistanê, Korgeneral Ahmed Chaudhry da xuyakirin ku di êrîşên hewayî ku Hindistanê li ser şeş noqteyan pêk anî de herî kêm 26 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn.

Wendahiyên herî giran jî di eyaleta Pencap a herêma Bahawalpur di mizgeftekî de hat jiyankirin; li vir 13 sivîl û di navbera wan de zarokekî keç a 13 salî jî hebû.

Di milê Hindistanê jî bi guleyên topan sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan û hat ragihandin ku bûyer ji ber "bombebarana bêserûber" çêbûne. Piştî zêdebûna tundûtûjiyê, alî îdia dikin ku êrîş "bi rêje" bûn û di çarçoveya "parastina rewa" de hatine kirin.