Di nava 24 saetan de 33 welatiyên sivîl hatin qetilkirin

Şerê DYA-Îsraîl, Îranê kete roja xwe ya 10’an de. Di nava van 10 rojan de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek xelkên sivîl hatin birîndar kirin û kuştin. HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de 33 welatiyên sivîl hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gor rapora HRANA di 24 saetên borî de di encama êrişên Îsraîl-Amerîkayê yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, 33 welatiyên sivîl hatine kuştin û 50 welatî jî birîndar bûne.

HRANA destnîşan kir ku Îsraîl û Amerîkayê di 24 saetan de li ser 30 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 752 êriş pêkanîne ku 124 baregehên leşkerî, baregehên pasdarên şoreê, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, baregehên polîsan û bîrên neftê hatine hedef girtin.

Li gorî rapora HRANA niha lêkolîn li ser mirin û birîndarbûna 316 kesan tê kirin da ku piştrast bibin.

HRANA da zanîn ku piraniya êrişan li ser Tehranê hatine pêkanîn û di rêza duyem û sêyem de jî Xozistan û Kirmanşan hebû.

Her wiha HRANA ragihand ku ji destpêka şer ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 238 welatiyên sivîl hatine qetilkirin.