Meşvanên Ranyayê: Ruh û bedena me yek e
Li navçeya Ranyeyê ya Silêmaniyê jinan bi meşeke girseyî ya bi navê “Îna Berxwedanê” piştgirî dan berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê. Di meşê de dirûşma ‘Sînor bûne tepûtoz, berxwedan li we pîroz’ hat berzkirin.
Ranya- Duh li navçeya Ranyeyê tevî baran, şilî û sermayê jî gelek welatparêz û azadîxwaz ji bo piştevaniya bi berxwedana parastina rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê re li hev kom bûn û meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de dirûşma “Sînor bûne tepûtoz, berxwedan li we pîroz” hat berzkirin û dilsoziya ji bo Rojavayê Kurdistanê anîn ziman. Tişta ku vê meşê cuda kiribû, deng û rengê jinan bû ku weke her carê di rêzên pêş ên berxwedanê de dihatin dîtîn.
‘Yek e yek e yek e Kurdistan yek e’
Di meşa girseyî de Rêveberiya Çandê ya Raperînê gelek berhemên wêjeyî û hunerî yên ku êş û hêviyên gelê Kurd îfade dikirin pêşkêş kirin. Huner û wêje di vê çalakiyê de weke çeka parastina destkeftiyên neteweyî û çandî hatin nîşandan.
Jinan û beşdarên meşê bi dengekî dirûşmên “Yek e Yek e Yek e, Kurdistan Yek e” qêriyan û peyama “Başûr û Rojava yek beden in” dan raya giştî û cîhanê. Her wiha tekez kirin ku tu sînorên destçêkirî û siyasî yên li ser axa Kurdistanê nikarin pêşî li ruhê neteweyî yê hevgirtî yê gelê Kurd bigre.
Di dawiya çalakiyê de, girseya gel bi aramî di nava bazar û kolanên navçeya Ranyayê de meşiya, dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” qîriya.