Îlham Ehmed banga baldarî û pabendbûna bi agirbestê kir
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, bang li gelê Kantona Cizîre kir ku baldar bin û got: “Hemû nûçeyên der barê ‘Komkujiyên Hesekê’ de bê bingeh in.
Navenda Nûçeyan – Di saetên dawî de li ser platformên medyaya dîjîtal dîmenên bê bingeh tên belavkirin. Di van dîmanan de tê îdiakirin ku li Kantona Cizîre ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî hatine kirin, bi van îdiayan dixwazin fitneyê derbixin û raya giştî bikişkişînin û li ser bûyerên di demên dawî de dixwazin tirsê bixin nava gel.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê X peyamek da û got:
“Ez ji gelê me rica dikim baldar bin. Hemû nûçeyên der barê ‘Komkujiyên Hesekê’ de bê bingeh in û ji aliyê hêzên dijmin ve tên belavkirin.”
Îlham Ehmed diyar kir ku bi van hewldanan hewl didin agirbestê binpê bikin, di nava eşîretan de rageşiyê zêde bikin û êrîşên xwe yên li dijî Hesekê û Kobanê ji nû ve bidin destpêkirin û got: “Em pabendiya xwe ya bi agirbestê û yekîtiya hêzan piştrast dikin.”