Di êrîşên li dijî Lubnanê de 7 kes mirin

Êrîşên Îsraîlê li dijî herêmên Lubnanê didomin. Di êrîşa hewayî ya li dijî Ramlet el-Beyda de, 7 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn. Êrîş bû sedem ku li ser rêya peravê tirs û xof zêde bibe.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê bi hedefgirtina navenda Beyrûda Lubnanê, rageşiya leşkerî bi lez zêde kir. Di vê qada rageşiya zêde dibe de, êrîşa hewayî ya li dijî herêma Ramlet el-Beyda bû sedema mirin û birîndaran û her wiha bû sedem ku dîsa dîmenên tirs û xofê li xeta peravê bê jiyîn.  
Di roja 13’an a aloziya leşkerî ya bi êrîşên Îsraîl-DYE destpê kirî de, Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrîşa Îsraîlê ku vê sibê herêma Ramlet el-Beyda ya li peravên Beyrûdê kirî hedef de, nêzî 7 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Berê ji Îsraîlê hişyarî dabû ku malên li derdorên bajêr û başûrê Lubnanê, werin valakirin û bi sedan kesên ji cihên xwe bûne li perava Ramlet el-Beyda ya li kêleka taxên başûrê Beyrûdê wek stargehên demkî bi kar dianîn.

Êrîşî erebeyek hat kirin

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ya fermî ragihand ku ‘êrîşê, erebeyek li Ramlet el-Beyda kiriye hedef û di encamê de mirin û birîndarî çêbûne.’

Dîmenên ku li ser medyaya dijîtal belav bûne, nîşan didin ku tîmên rizgariyê mudaxeleyî birîndaran dikin û her wiha erebeyên xisar dîtine û qerebalixiya di nav tirs û xofê de hatin dîtin. Ev êrîş wek êrîşa sêyemîn a Îsraîlê li dijî navenda Beyrûdê, ji destpêkirina êrîşên li dijî Rojhilata Navîn hate qeydkirin.