Di êrîşa dewleta Tirk de welatiyek jiyana xwe ji dest da

Dewleta Tirk di saetên ber êvarê de êrîş li gundê Helîsa ya navçeya Fafîn a Şehbayê û navçeya Til Rifatê pêk anî . Di encama êrîşan de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn.

Şehba- Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî  êrîşê gundê Helîsa ya navçeya Fafîn Şehbayê ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne û Til Rifatê kirin.  Di encama van êrîşan de malen sivîlan hate hedefgirtin. Her wiha hat ragihandin welatiyê bi navê Ehmed Arêf Hec Mehmûd yê 40 salî jiyana xwe ji dest daye  Hat diyarkirin ku di encama êrîşên li ser Til Rifatê û navçeya Şehbayê de 4 jê zarok  7 kes birîndar bûne.  Navê  birîndaran  wiha ne:  Murad Mihemed Hec Mehmûd 14 salî, Rûsêl Mihemed Xelef 13 salî,  Hisên Mihemed Hesen Xelef 9 salî,  Mosa Hisên Findo 25 salî , Waêl Hisên Findo 19 salî,  Ehmed Mihemed Elî 23 salî , Heyfa Şikrî Xelîk  10 salî. 

Hat hînbûn ku rewşa zarokan giran rakirinê nexweşxaneya bajarê Helebê.