Di êrişa dewleta Tirk de li Eyn Îsayê 3 zarok birîndar bûn
Dewleta Tirk û komên paramîlîter yên girêdayê wê Eyn Îsa bombebaran kir. Ji heman malbatê 3 zarok birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk û komên paramîlîter yên girêdayê wê bi çekên giran gundên rojavayê Eyn Îsa û Girê Spî bombebaran kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di êrîşê de Wargehên Zenoba, Nahît, Sebaa Cefer û Eyn Îsa bi hawan û topan hatin bombebarankirin.
Di encama êrîşa li derdora Eyn Îsayê de ji heman malbatê 3 zarok birîndar bûn. Zarokên birîndar bûn wiha ne: Mehmûd Casim Ebîd (3), Buşra Casim Ebîd (16) û Îsmaîl Casim Ebîd (14).
Hat hînbûn zarokên birîndar bûne rakirine nexweşxaneya Eyn Îsayê.