Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 108’emîn didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 108’emîn û biryardarî didome.
Mexmûr – Çalakvanên Çalakiya Nobetê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt zêdetirî saleke bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 108’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 107’emîn Cîhan Mijînî axivî.
‘Serkeftin ya gelê Kurd e’
Cîhan Mijînî destnîşan kir ku wê berxwedana gelê Kurd tevayî êrişan têk bibe û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bike û wiha got: “Gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêbertî kariye xwe ji zilm û dagirkeriyê xilas bike. Daxwaza me wek gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê ye. Niha li hember gelê Kurd şerek giran tê meşandin. Rojane bi balafiran êrişî Rojava dikin. Li wir li ser gel şerekî ne mirovane tê meşandin. Lê gelê Kurd bi Rêbertî û şehîdên xwe gihiştiye wê astê ku berxwedanek bêhempa raber dikin. Bê guman serkeftin ya gelê Kurd û Rêbertî ye.”
Cîhan Kaplan di dawiyê de bang li tevayî gelê Kurd kir ku li dijî êrişan yekitiya xwe avabikin û têkoşînê xurttir bikin.
Merasîm bi dewirgirtina koma 108’emîn û dirûşmeyan bi dawî bû.