Di êrîşa Îsraîlê ya li Xezayê de 4 jê zarok 10 Filistînî mirin
Di encama bombebarana li Zîvala Xezayê de 4 jê zarok 10 Filistinî mirin û çend kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan- Hêzên Îsraîlê, binpêkirina agirbesta ku di navbera rayedarên Îsraîl û Hamasê de hatiye îmzekirin didomînin û her roj sivîlan qetil dikin. Ev yek, tê wateya binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî.
Îro di encama bombebarana li Xezayê li hember konên penaberan, xaniyek û deverên ku sivîl lê kom bûne de, 4 jê zarok 10 Filistînî mirin. Di heman demê de, li taxa Telpahê ya rojhilatê ku di bin kontrola Îsraîlê de ye, hinek avahî û tesîs hatin wêrankirin.
Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve hejmara kesên di şerê li Xezayê de mirine, bû 71 hezar û 803. Hejmara birîndaran jî bû 171 hezar û 570. Ji agirbestê û vir ve jî, ji ber binpêkirinên Îsraîlê 526 kes mirin û hezar û 447 kes jî birîndar bûn. Di vê navberê de, koma duyemîn a Filistîniyên ku vedigerin Xezayê, li deriyê sînor ê Refahê gihîştin aliyê Misrê. Derbasbûn dê sînordar bin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ragihand ku 16 nexweş û 40 refakatvan bi rêya Refahê ji bo dermankirinê çûne û nayê piştrastkirin ku gihîştine Misrê an na.
Heyva Sor a Filistînê jî, ragihand ku Îsraîlê rê nedaye 29 nexweş û 50 refakatvan ji Refahê derbas bibin û ev koma plankiri ya ji 45 nexweş û 90 kesan pêk dihat.