Di Erdheja li Stenbolê de 151 kes birîndar bûn

Walîtiya Stenbolê der barê erdhejê de daxuyanî da, di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Tedawiya 151 welatiyên ku ji ber panîkê xwe ji bilindahiyê avêtibûn birîndar bûn, dewam dike."

Navenda Nûçeyan – Walîtiya Stenbolê derbarê erdhejê de daxuyaniyek nu da. Di daxuyaniyê de hate ziman ku kesekî jiyana xwe ji dest nedan e. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di erdheja bi lerza 6,2 ya ku li Sîlîvriyê pêk hat de ji saet 15.30’an pê ve di enerjî û binesaziya enerjî û binesaziya gaza xwezayî, ava vexwarinê û kanalîzasyonê de neyîniyên ku bandorê li jiyana giştî bike de çênebû. Di erdhejê de tu ziyanên canî çênebûne. Dermankirina 151 welatiyên me yên ku ji ber panîkê xwe ji bilindahiyê avêtibûn birîndar bûn, li nexweşxaneyan dewam dike û xetereya jiyana wan nîne. Li tevahiya bajêr hilweşandina avahiyên niştecihbûnê çênebûye. Li Taxa me ya Fatîhê avahiyek ku hatibu terikandin hilweşiya, di bûyerê de tu kes nemir û birîndar çênebû. "Xebatên qadê yên yekîneyên têkildar dewam dikin."