Di encama êrîşên Îsraîlê de 14 kesên din hatin qetilkirin

Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê de 5 jê zarok 14 kes hatin qetilkirin. NY’ê ragihand ku qeyrana mirovî li Xezayê gihîştiye astên xeternak û hat ragihandin ku li herêmê alîkariya bingehîn pir kêm e.

Navenda Nûçeyan- Tevî ku peymana agirbestê di meriyetê de ye jî binpêkirinên Îsraîlê yên li Xezayê berdewam dikin. Hêzên Îsraîlê, êrîşên hewayî û topbaranê didomînin û ji ber van êrîşan gel di şert û mercên mirovî yên xirab de ye. Zêdetirê du milyon Filistînî, di bin dorpêçeke giran de ji alîkariya bingehîn bêpar û di konên xirab de têkoşîna jiyanê didin.

Di êvara 8’ê Çileyê de tevî agirbestê jî di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 5 jê zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li başûr konek hat hedefgirtin û 3 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û li Xan Yûnisê jî zarokek jiyana xwe ji dest da. Her wiha li Kampa Cebeliye ya li bakur zarokek keç a 11 salî jiyana xwe ji dest da û di encama êrîşên li dijî dibistan û konan de jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li navenda Xezayê jî di êrîşên Îsraîlê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Duh di encama êrîşa li dijî maleke li rojhilatê Xezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û xebatên ji bo lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin kavilan de jî didomin. Tevî agirbesta ku di 10’ê Cotmeha 2025’an de ket meriyetê jî binpêkirin didomîn û ji wê rojê û vir ve zêdetirî 425 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Kûrbûna qeyranê

Şêwirmendê medyayê yê UNRWA’yê diyar kir ku qeyrana mirovî ya li Xezayê ji ber nebûna alîkariya bingehîn gihîştiye astên xeternak û da zanîn ku tevî ji agirbestê vir ve bi deh hezaran kon hatine dayîn jî ev ji bo dabînkirina hewcedariyan têr nakin û bi sed hezaran kesên din hewceyê stargehek bi ewle ne. Hat ragihandin ku nêzî 1.5 milyon kes di konên xirab ên li hemberê bayê û şert û mercên hewayê xeternak in de dijîn û zirara binesaziyê û ava kanalîzasyonê ya kombûyî rewşê girantir dike.

Konên ku li keviyên deryayê hatine danîn ji ber bilindbûna pêlên ava deryayê bi xeter in

Şêwirmend, destnîşan kir ku bi hezaran kon li nêzî peravê hatine danîn û ji ber bilindbûna asta deryayê û pêlên avê di bin xetera lehiyê de ne û diyar kir ku pêdivî heye bi awayekî lezgîn bêhtir alîkariya konan were kirin. Her wiha diyar kir ku qeyran ne tenê bi kêmbûna alîkariyê ve sînordar e, di heman demê de hilweşîna pergala tenduristiyê, qirêjiya avê û kêmasiyên mezin ên alavên tibî û laboratuarê jî heye û got ku ev pirsgirêk bêyî alîkariyek berfireh û lezgîn neyê çareserkirin.

Şêwirmend, diyar kir ku li xalên kontrolê yên Xezayê û di depoyên li Misir û Urdunê de gelek kamyonên UNRWA’yê hene ku têra sê mehan a xurek, kon, betanî û cil û bergên nêzî 1.3 milyon kesan dikin.

Her wiha hat ragihandin ku ji ber nexweşiyên rûvî yên berbelav, kêmbûna xurekê û bêewlehiya xwarinê xirab, bi sed hezaran kes bi nexweşiyan re rûbirû ne.