Di doza qezaya trenê ya li Çorluyê de piştî 6 salan biryar derket

Di doza têkildarî qezaya trenê ya li navçeya Çorluyê de piştî 6 salan biryar derket, de di nav de 4 rayedarên TCDD’ê der barê 9 sûcdaran de cezayê girtîgehê hat dayîn, 4 bersûc jî hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Di sala 2018’an de li navçeya Çorluya Tekîrdagê qezaya trenê çêbû û 7 jê zarok bi giştî 25 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 328 kes jî birîndar bûbûn. Di doza qezayê de biryar hat eşkerekirin. Di dozê de 13 bersûc hene û bi sûcê “Ji ber qisûra xwe bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” dihatin darizandin. 20’emîn danişîna biryarê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çorluyê hat dîtin.

Malbat heta salona danişînê meşiyan

Beriya danişînê malbat û xizmên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane û mexdûrên din heta salona dadgehê meşiyan. Di meşê de wêneyên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, daxwaza xwe ya edaletê berz kirin. Malbat û xizmên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane û parêzerên wan, gelek rêxistinên hiqûqê û aktîvîstên mafên mirovan tevli danişînê bûn. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî danişîn şopand.

Cezayê girtîgehê dan 4 rayedarên TCDD’ê

 Di danişînê de gotinên dawî ji bersûcan hatin pirsîn. Bersûcan daxwaza beraetê kirin. Piştre jî ji bo eşkerekirina hukmê ku hatiye dayîn 20 deqe navber hat dayîn. Dadgehê li Midûrê Herêma Yekemîn a TCDD’ê Nîhat Aslan 15 sal, li Midûrê Lênihêrînê yê Herêma Yekemîn a TCDD’ê Mumîn Karasu 17 sal û 6 meh, li Cîgirê Midûrê Lênihêrînê yê Herêma Yekemîn a TCDD’ê Nîzamettîn Aras 8 sal û 4 meh, li endezyarên TCDD’ê Tevfîk Baran Onder 10 sal, li Denîz Parlak û Kubîlay Başkaya jî 9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê yê daxistî birî.

Di heman demê de li şefê Lênihêrîn û Tamîrata Rê Ozkan Polat jî 12 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.