Di bombebaranên li Kadugliyê de 7 jê zarok 15 kes mirin
Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku di encama êrîşên li ser deverên niştecihbûn û navendek tenduristiyê ya li Kadugliyê ya paytexta eyaleta Kordofana Başûr 7 jê zarok 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan- Gelê Sûdanê, rojane tê bombebarankirin û navendên tenduristiyê ku divê di bin qanûna navneteweyî de werin parastin jî dibin hedef. Ev binpêkirinek eşkere ya mafên jiyana aştiyane ya gel e.
Tora Bîjîşkên Sûdanê, di 3’ê Sibatê de ragihand ku di êrîşên li Kadugliyê de 7 jê zarok 15 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Torê, êrîş mîna binpêkirina qanûna navneteweyî bi nav kir, Hêzên Piştgiriya Lezgîn berpirsiyar girt û daxwaza bidawîanîna êrîşan, parastina sivîl û xebatkarên tenduristiyê û gihandina bê asteng a alîkariyên mirovî kir.
Şahidan, diyar kirin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane nexweşên di dema êrîşê de dihatin dermankirin bûn û bombebaranê bandor li çar taxên Kadugliyê kiriye, di nava gel de panîk çêbûye. Kadugli ji ber dorpêça zêdetirî du salan domiya, pirsgirêka kêmbûna xurekê dijî û nêzî ji sedî 80’ê nifûsa wê ya 183 hezar û 750 kesî neçar man bajêr biterikînin.
Piştî dagirkirina El-Faşîr di Cotmeha 2025’an de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn li herêma Kordofanê operasyonên xwe zêde kirin. Şerê li Sûdanê di 15’ê Nîsana 2023’an de dest pê kir û bû sedema qetilkirina bi deh hezaran mirovan, koçberbûna bi milyonan kesan û zirarên mezin li binesaziyê û pergala tenduristiyê çêbûn.