Di 25’ê Mijdarê de banga li jinan: Jin Jiyan Azadî
Jin çareseriya pirsgirêkên civakî di rizgarkirina jinan de dibînin li ser bingeha paradîgmaya demokratîk-ekolojîk û azadiya jinan xwe birêxistin dikin. Jin azadiya xwe bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan re dibînin û dixwazin tecrîd were rakirin.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Bi avabûna pergala mêr serweriyê re jin bi hezaran salan e di nav tundiya pergalî de ne. Di her serdema dîrokê de jinên bi tundiya çînî, fizîkî, zayendî re rû bi rû man, li hemberî tiştên ku jiyane li ber xwe dan û têkoşiyan. Têkoşîna jinan di heman demê de bû dîroka têkoşîna bûyîna hemwelatiya wekhev jî.
Pergala ku hewl da li malê jinan heps bike, wan ji qada giştî dûr xist û bi baweriyên olî vê yekê organîze kir rolên jinbûnê jî li gorî her serdemê ji nû ve ava dike. Jin berdewamkerên rêvebirina xwe tên dîtin û li ser rola dayikbûnê ji jinan re nirx tê dayîn.
Sedemeke mafdar
Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî de jin li ser rola xwe û çawaniya veguherîna civakî, derfetên têkoşîna hevpar diaxivin. Di vê xalê de tê dîtin ku dirûşma Jin Jiyan Azadî ya îro belavî gelek welatan bûye jinan digihîjîne hev. Ji Tirkiyeyê heya Iraqê, Îranê, Hindistan û Ewropayê jin xwe amade dikin ku di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiya mêr-dewletê dakevin kolanan. Jinên ku xwe amade dikin li dijî tundiya mêr gotinên xwe bibêjin bi îdiaya ‘sedsala şoreşa jin’ di sedsala ku têkoşînê bilind dikin de balê dikşînin şer û pevçûnên di serî de Rojhilata Navîn li seranserê cîhanê tên jiyîn. Jinên ku diyar dikin faşîzm li ser dijberiya jinan bilind dibe, tam di vê xalê de balê dikşînin ser şeran û pirsgirêka Kurd ku êdî weke pirsgirêka tevahî gelan tê pênasekirin û di nava vê pirsgirêkê de bûne hedefa tundiya mêr dewletê. Ji ber wê yekê sedemeke pir girîng û mafdar a di 25’ê Mijdarê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin heye.
Ji ber ku li ber xwe didin hedef tên girtin
Dahurandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Jinbûn ne diyardeyek fizîkî, diyardeyek civakî ye” tîne ziman ku jin ne tenê bûyerekê fizîkî ye, jinbûn afirîneriya jiyanê bi hemû aliyan tarîf dike. Abdullah Ocalan ku balê dikşîne rola jinan di avakirina civakî de vê yekê wiha dinirxîne: “Ji bo rastiyeke ku hebûna wê bi tunekirinê re rû bi rû ye pirsgirêka destpêkê ne azadî ye, hebûna xwe parastin û bi qasî ji dest tê di nava hev de azadkirin e. Ya ku hebûna wê nîn e azadiya wê jî nabe. Azadî encax bi hebûnê dikare gengaz be.” Bi vê nirxandinê re tê destnîşankirin ku jin hem weke cins hem jî weke parçeyek ji gelê ku tê perçiqandin tune tê hesibandin. Jinên ku tevî rastiya gelê ku tê perçiqandin rastiya xwe jî pê re hevpar dikin, ji ber ku li dijî êrişan li ber xwe didin hedef tên girtin. Jinên ku çareseriya pirsgirêkên civakî di rizgariya jinan de dibînin, li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan xwe birêxistin dikin.
‘Em ê jin û jiyanê bigihîjînin hev’
Di vê wateyê de gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ ji dirûşmê wêdetir kokên têkoşîna ku bi salan e tê meşandin jî diteyisîne. Jin di 25’ê Mijdarê de xwedî li felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin ku dibêje “Di zimanê gelê me de jin û jiyan hemwate ye. Lê her ku nêzî roja me bûye veguheriye du kategoriyên ji hev cuda. Em ê vê ji holê rakin, yanî em ê carekê jin û jiyanê bînin gel hev.” Jinên ku ji bo azadiya xwe derdikevin kolanan azadiya xwe di azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de dibînin û dibêjin divê tavilê tecrîd rabe. Ji bo vê ye ku jin di çalakiyên li dijî tecrîdê de li refên herî pêş cih digrin û gotinên xwe kêm nakin.
Jinan pêşengî ji civakê re kir
Dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” ya ji paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket ser zimanan, îro li gelek derên cîhanê, li ser zimanê jinan e, bûye dirûşma berxwedana wan. Abdullah Ocalan, diyar dike ku jin perçeyek jiyanê ne û wiha behsa hêza jinan û bandora wan a li ser guherandinê dike: “Tenê perçeyek objektîf nîn e divê bikaribe bibe kirdeyek zana û bi biryar. Ne tenê ji bo jinan ji bo hemû civakê pêdivî bi azadiyê heye. Hûn ji bo azadiyê pêşeng in. Peywir heta tu bibêjî xwe ferz dikin divê heta ji we tê hûn girîngî bidin.”
‘Divê mirov her dem azadiya jinan bixwaze’
Jinan felsefeya “Jin, jiyan, azadî” li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê veguherandin şoreşê. Vê şoreşê ji hemû jinên cîhanê re bû mînak, serhildanên bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ber bi berxwedanên gel ve çûn. Jin ji bo mafên xwe têkoşiyan û di heman demê de pêşengiyê ji gel re jî kirin. Abdullah Ocalan bi gotina; “Ger jiyan hebe, bi jinan dibe û jin tenê bi azadiyê dikare vê pêk bîne” di peyama 8’ê Adarê ya 2013’an de got: “Divê mirov her dem ji bo jinan azadiyê bixwaze û esas bigre. Jina azad weke rojê derdikeve. Gotinên “Jin, Jiyan, Azadî” pir watedar in. Divê jin bi qudret, azad û xwedî biryar bin.” Vê peyama ji bo jinên Kurd gihîşt bi milyonan kesan û di jiyandarbûna felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” de roleke girîng list.
Jin xwedî derdikevin
Jinên ku li felsefeya berxwedanê xwedîderketin, ji nû ve dîroka xwe ya berxwedanê dinivîsînin. Jiyandarbûna felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” û bi vê dirûşmê re berxwedana ku bi pêş dikeve, nîşan dide ku tecrîd negihîştiye armanca xwe. Jinên ku vê felsefeyê ji bo xwe rê dibînin, bi vê felsefeyê bersiv didin desthilatdariyan. Bi felsefeya azad a Abdullah Ocalan, jin bûn xwedî îdiaya jiyanê. Li dijî vê têkoşînê êrişên desthilatdariyan zêde dibin. Li Tirkiye û Kurdistanê jinan davêjin girtîgehan. Axa Rojava hema bibêje her roj tê bombekirin. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Arîn Mîrkan, Asya Yuksel, Nagîhan Akarsel, Kader Ortakaya, Gulistan Tara, Hêro Bahadin û gelek jinên pêşeng hatin qetilkirin.
Muxatab Abdullah Ocalan e
Jin bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jinan re ji bo jiyan û azadiya xwe, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dengê xwe li her derê bilind dikin. Jinên ku xwedî li jiyana xwe derdikevin, her sal di roja 25’ê Mijdarê de dixwazin tecrîd were rakirin û Abdullah Ocalan azad bibe.
Jin diyar dikin ku aştî tenê bi bêdengbûna çekan nîn e, tê wateya temînata jiyana adil, wekhev, demokratîk, azadiya ekolojîk û her dem dibêjin ku muxatab Abdullah Ocalan e. Jin bawer dikin ku têkoşîna ji bo aştiyê ya pêşengiyê jê re dikin dê wekhevî û bihevrebûna gelan bi xwe re bîne, qîrîna dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û xwedîderketina ji bo wekheviya civakî û azadiyê; weke bangeke ji bo jiyana azad dibînin.