‘Çareseriya pirsgirêkan bi azadiya jinan pêkan e’
Di dîroka mirovahiyê de her dem, hêzên desthilatdar û paşverû hewl dane jinan bikin amûra pêkanîna pergalên li dijî mirovahiyê. Lê li dijî vê yekê her çendî jinên têkoşer hebûne jî heta niha bi gelek şêwazên din şerê li dijî jinan didome.
AVAN KERÎM
Navenda Nûçeyan – Jin di civakê de xwedî roleke girîng in û bi destên jinan bingeha civaka demokratîk tê avakirin, aştî û aramî çêdibe. Armanca girîng li vê derê balkişandina ser rola jinan a diyar e di guherîna civakê de. Ji ber desthilatdariya zextê û hemû fikir û bîrdoziyên ku civakê dorpêç dikin ji bo domandina hebûna xwe herî zêde li ser jinan tên bikaranîn. Ji ber wê asta hişyariya jinan asta civakê ya rewşenbîrî û azadiya wê diyar dike.
‘Li dijî jinan bi navên cuda kiryarên cuda’
Di civaka me de zêdetirî sih salan e jin bi navên cuda di çarçoveya polîtîkayên pêşvebirina mafên jinan de tên destgirtin. Jin di dîrokê de her dem xwedî temsîla kêm bûne. Divir de divê em bizanibin ji van hemû tundî, zextê û dûrxistinê tenê jin zirarê nabînin, civak bi temamî bûye qada van pirsgirêkan. Wekî ku Rêber Ocalan dibêje: “Pirsgirêka jinan, çavkniya sereke ya pirsgirêkên din e.” Ji ber wê heta pirsgirêka jinan neyê çareserkirin, civak jî wê bi heman awayî bimîne.
‘Di guherînê de rola jinan mezin e’
Li Kobanê jin bi dijminekî tundrew ku kêm mînakên wê hene re rûbirû man lê bi biryardarî û têkoşîna xwe dawî li kevneperestiyê anîn. Heta niha jî jin li Rojavayê Kurdistan têdikoşin û ji bo civaka demokratîk her dem di nava hewldanan de ne. Jin pêşengên hemû guherînan in. Ev ezmûn ji bo me başûr û tevahî cîhanê riya rast e. Em jin dikarin bi hev re aştiyê ava bikin û di şeran de weke şehîd ‘Arîn Mîrkan’ û bi sedan şehîdên din bê tirs û bi cesaret têbikoşin. Em jin dikarin aboriya ku mêr ji destên me girtiye, careke din sererast bikin û li ser bingeha komunalîzmê ava bikin.