Ji bo meşa Kolnê gel li hev kom dibe
Ji gelek bajarên Ewropayê gel ji bo meş û mîtînga li Koln Deutzer Werft a bi dirûşma “Dawî ji tecrîda 27 salan re! Ji Ocalan re azadî”, li hev kom dibe.
Navenda Nûçeyan – Kurdistanî û dostên wan ji bo meş û mîtînga li bajarê Kolnê yê Almanyayê, ji xeynî Elmanyayê ji Fransa, Hollanda, Belçîka û Swîsreyê tên ba hev. Gel ji danê sibehê ve li qadê kom dibe û govend digerînin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dikin.
Ji bo meş û mîtînga ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li seranserê Almanyayê zêdeyî 100 civînên gel; bi hezaran serdanên ji bo mal û esnafan pêk hatin. Bi sed hezaran belavok hatin belavkirin, ji welatên mîna Almanya, Fransa, Swîsre, Belçîka û Hollandayê gel bi sedan otobus û bi hezaran wesayîdên şexsî diherike Kolnê.
Ji xeynî siyasetmedarên alman, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir wê tevlî meşê bibe û xîtabî gel bike.
Gelek hunermendên endamên Hunera Mizgîn û TEV-ÇAND’ê jî wê beşdarî çalakiyê bibin. Hinek ji hunermendên ku wê tevlî çalakiyê bibin, ev in: Hozan Şemdîn, Hozan Comerd, Xelîl Xemgîn, Hozan Aydin, Hekîm Sefkan, Cewad Merwanî, Peywan Arjîn, Zozan Zûdem, Nebez Abdulah, Feyzî Kiliç, Nuarîn, Rodî, Yilmaz Tekîn, Berxwedan Efrîn, Hêvî Çiya, Dilara Bozan, Awaz Bariş, Talat Yeşîl, Sînan Asya, Sosin, Şerîf Ogur, Loqman Dilwar, Mihemedê Hezexî, Onur Evîn, Hozan Fîgen, Eylem Kulahci, Gulê Mayera, Denîz Deman, Meral Alkan, Narinxan Cizîri, Diyar Gerila, Zahir Loran, Sercan Kobanî, Serdar Azad, Farqin Azad, Diyar Mehrovi, Maruf, Ulas Kelasin, Sedat, Arya, Cengiz, Ferhat Yilmaz, Bengî Agirî, Azad Karahan, Filiz, Amele, Şêrîn Alma, Rûken, Ronahî, Sîpan, Mustafa Şahîn, Mustafa, Sînan Hezer û Hogir Ar.