Di 24 saetên dawî de li Xezayê 7 kes hatin kuştin

Çavkaniyên bijîşkî li Xezayê ragihandin ku ji nexweşxaneyên li herêmê di 24 saetên borî de agahiya 7 kuştî û 17 birîndar girtine. Bi vî awayî hejmara giştî ya qurbaniyan ji destpêka şer ve, gihîştiye 72 hezar û 133 kesan.

Navenda Nûçeyan – Şerê li Şerîda Xezayê di nav binpêkirinên zêde û bombebarana berdewam de, didome. Ev yek jî, êşa mirovî ya nifûsê girantir dike. Ev pêşketin di demekê de tên ku hejmara mirî û birîndaran rûbirû zêde dibe û ev yek bi xirabûna şert û mercên jiyanê û hilweşîna xizmetên bingehîn li seranserê Şerîdê re hevdem e.

Li Xezayê 72 hezar û 133 kes hatine kuştin

Hejmara qurbaniyên şerê berdewam li Xezayê îro gihîşt 72 hezar û 133 kesan û ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve 171 hezar û 826 kes birîndar bûne. Çavkaniyên bijîşkî ragihandin ku nexweşxaneyan di 24 demjimêrên borî de agahiya 7 mirî û 17 birîndar wergirtine. Di heman demê de hejmarek qurbanî di bin kavilan û li kolanan de mane, ji ber ku tîmên ambulans û rizgarkirinê nikarin bighîjin wan.

Di 24 saetên dawî de 7 kes mirin

Nexweşxaneya El-Ewde ragihand ku di encama bombebarana herêma El-Sewarha de 3 kes mirine, di nav wan de du keç û perçeyên laş hene, her wiha 10 birîndar jî hene, di nav wan de jî sê zarok hene. Her wiha sê kesên din jî şeva borî di bombebaranekê ku li nêzî Mizgefta El-Katiba, li rojavayê bajarê Xezayê qereqola polîsan hedef girt de, hatine kuştin.

260 rojnamevan hatine hedefgirtin

Nivîsgeha Medyayê ya Hikûmetê li Xezayê kuştina 260 rojnamevanan ji destpêka şer ve belge kiribû û hêzên Îsraîl û welatên ku piştgiriyê didin wan bi tevahî berpirsiyarê sûcên li dijî rojnamevanan dît.
Ji agirbesta 11’ê Cotmehê vir ve, hejmara giştî ya miriyan gihîştiye 648’an, 17 hezar û 728 kes birîndar bûne û 755 cenaze ji bin xirbeyan hatine derxistin.