Dewleta Tirk li Eyn Îsayê 8 welatiyan qetil kir
Dewleta Tirk li dijî malbateke li bajarê Eyn Îsayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyek pêk anî, di encamê de 8 welatî hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê bi balafirên bêmirov gundê Sefiya yê gundewarê rojavayê Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî.
Nûçegihanê me hin wêne 8 cenazeyên welatiyan ên ji heman malbatê bi dest xistin.
Navên 8 welatiyên hatine qetilkirin wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman, 2 zarok bi navên Casim Silêman û Husam Silêman.