Dewleta Tirk ambulansa ku birîndaran hildigirt kir hedef
Dewleta Tirk a li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê ya ambulansek ku birîndar hildigirt bombabaran kir.

Navenda Nûçeyan- Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.
Vê carê ji aliyê çeteyan ve li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê ambulansek ku birîndaran hildigirt bû hedef. Li gora gahiyên destpêkê li gel şoferê ambulansê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.