Desteya Nobelê ya Norveçê binçavkirina Nêrgiz Mihemedî şermezar kir
Desteya Nobelê ya Norveç binçavkirina xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî bi tundî şermezar kir.
Navenda Nûçeyan – Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan û Buran Nazimî, dema ku li Meşhedê beşdarî merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî dibûn hatin binçavkirin. Binçavkirina çalakvanên jin rastî nerazîbûnan hat.
Desteya Nobelê ya Norveçê, roja12’ê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku desthilata Îranê çalakvana mafên mirovan û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2023’an Nêrgiz Mihemedî, bi awayek hovane binçav kiriye. Desteyê daxwaz kir ku Nêrgiz Mihemedî tavilê bê berdan.
Desteyê bang li desthilata Îranê kir ku tavilê cihê Nêrgiz Mihemedî bê eşkerekirin, parastina wê mîsoger be û bê şert were berdan.
Nêrgiz Mihemedî berê di girtîgehê de bû
Nêrgiz Mihemedî berê jî rastî çend dozên zagonî hatibû. Ji wan dozan, ji ber sûcê ‘belavkirina propagandaya dijî komara Îslamê’ dawiya par piştî girtina ceza, bi awayek demkî ji bo dermankirinê ji girtîgeha Evînê ya li Tahranê hatibû berdan. Nêrgiz Mihemedî di sala 2023’an de ji ber parastina mafê jinan, dijderketina cezayê darvekirinê yê li Îranê, layîqî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin.
Her wiha saziya Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan û Buran Nazimî, Esedullah Fehîmî, Hastî Amîrî, Aliyah Metabelzade û gelek çalakvanên din ku beşdarî merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî dibûn, hatine binçavkirin.
Cenazeyê parêzerê Îranî Xosro Elî Kurdî yê 46 salî hefteya borî li ofîsa wî hatibû dîtin. Malbata wî ragihand ku hêzên ewlehiyê dest danîne ser dîmenên kameraya li cihê bûyerê.