Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Jinan a Dêrazorê, di civîna xwe ya salane de, destnîşan kir bihêzkirina jinan ji bo aramiya civakê bingehîn e û balkişand li ser girîngiya jinan a di têkoşîna li dijî ramana vederkirinê de.
Dêrazor – Desteya Jinan a Dêrazorê, civîna xwe ya salanê li dar xist. Di civîna salane ya Desteyê Jinan de, balkişandin li ser zêdekirina piştgiriya qanûnî û rewşenbîrî ya ji bo serxwebûna aborî ya jinan, pergala hevserokatiyê û rolên jinan ên bi bandor ên di civaka demokratîk de. Civîn, li salona Desteya Çand û Ronakbîriyê ya li Dêrazorê hate lidarxistin û endamên desteya rêveberiyê, nûnerên Desteya Jinan a Zenûbiya û endamên jin ên Desteya Gel beşdar bûn.
Di civînê de Rêvebera Desteya Jinan Aliya Elî, diyar kir ku sala 2025’an ji bo dîroka Sûriyeyê xalekî werçerxê ye, pirsgirêkên siyasî yên mîna valahiya rêveberiyê û nebûna ewlehiyê ya ji ber hilweşîna rejîma berê çêbûne anî ziman. Aliya Elî, balkişand li ser pêdivita avakirina saziyên rewa.
Di nava mijarên stratejîk de, girîngiya Bendava Tişrînê û valahiyên ewlehiyê yên li perava Sûriyeyê derketin pêş. Rapora salane, hate destnîşan kirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnertiya jinan zêde bûye û jin di rêveberiyê de rolak bandor dilîzin. Her wiha di raporê de pirsgirêkên ku jin di qadên civakî de pê re rû bi rû dimînin û hewldanên sînordarkirina rolên wan di çarçoveyên teng de hate nîqaşkirin.
Di civînê de, xebatên sala 2025’an a Desteya Jinê bi awayekî dîtbarî hate kurt kirin û di beşa nîqaşê de jî balkişandin li ser pêwîstiya rawestandina êrîşên medyayê, lidarxistina qursên hevserokatiyê, derbaskirina pirsgirêkên ku jin di şaredariyan de pê re rû bi rû dimînin, pêkanîna projeyên zêdekirina serxwebûna aborî, peydakirina piştgiriya qanûnî ya berfireh û xurtkirina rola ciwanan.
Civîn, bi van encamên sereke bi dawî bû:
Ji bo bilindkirina asta jinan a di hemû qadan de (aborî, tenduristî, perwerde, fikir) çalakkirina qursên rêveberiyê,
Bi amadekirina planeke xebatê ya salane û derbasbûna ji xebatên rûtîn ji bo xebatên saziyan,
Çalakkirina ofîsên hiqûqî ya ji bo jinan,
Bihêzkirina rola jinan a di komunan de û xwegihandina hejmarek zêde jinan,
Zêdekirina têkoşînên jinan û xurtkirina koordînasyonê ya bi Desteya Jinan a Zenûbiya re,
Hêj zêde belgekirina karên jinan a di medyayê de,
Di Desteyên bajaran de çalakirina ofîsên jinan û balkişandina ser mijarên jinan,
Ji bo xwendina manîfestoya civaka demokratîk û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan, di demjimêrên xebatê de veqetandina dem,
Ji bo bilindkirina hişmendiya jinan a di nav saziyan de, zêdekirina semînerên siyasî û fikrî.