Der barê pêşkêşvana Îranî Zehre Sadat Haşimî de lêpirsîn hat destpêkirin
Hat ragihandin ku der barê Zehre Sadat Haşimî û midûrê ajansa nûçeyan a mijara gotinê de ji ber di ruportaja daye ajansa nûçeyan a xwecihî ya li Îranê û der barê encamên hilbijartinê de hişmendî daye avakirin, lêpirsîn hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Pêşkêşvana berê ya televîzyona dewletê ya Îranê Zehre Sadat Haşimî, di roportajeke ku daye de, diyar kir ku du meh maye ji hilbijartinên serokkomariyê re, rayedarên televîzyona dewletê jê xwestine hişmendiya ku Îbrahîm Reîsî dê hilbijartinê qezec bike bi gel re bide avakirin. Piştî vê daxuyaniyê Ajansa Nûçeyan a Mîzan a girêdayî Daraza Îranê ragihand ku der barê Zehre Sadat Haşimî de karûbarên zagonî hatine destpêkirin.
Der barê mudurê saziya medyayê de lêpirsîn hat destpêkirin
Hat diyarkirin ku der barê midurê berpirsê saziya medyayê ya bi navê ‘Khabar Forî’ ku ev roportaj weşandiye de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ajansa Mîzan, ragihand ku kesên mijara gotinê ji meqamên darazê bang kirine. Zehre Sadat Haşimî di roportaja mijara gotinê de ev tişt got: “Du meh mane ji hilbijartinên 2021’ê re, rêveberiya televîzyona dewletê, bi eşkere ji min re gotin; ‘Em dixwazin weke ku Îbrahîm Reîsî hatiye qezenckirin were nîşandan.” Li wê derê tu profesyonelî girîng nebû.”
Zehre Sadat Haşimî, di heman demê de diyar kir ku medyaya dewletê ya Îranê yek alî û bi awayekî siyasî dixebitin, da zanîn ku serokê televîzyona dewletê Peyman Cebelî di civînekê de gotibû: “Ji bo min gel tenê ji yên ku beşdarî merasîma cenazeyê Qasim Silêmanî bûye pêk tê.”
Ajansa Nûçeyan a Mîzan, ragihand ku sedema lêpirsînê, îdiayên der barê hilbijartina 2021’ê de di ruportajek de aniye ziman e.